Medya nijadperest û Kurdistan

Tirkiye dewletek ecebê, ne ew xwe nas dikin û ne jî berpirsên wan bi edebek siyasî diaxêvin.Piştî daxûyaniya serokkomarê Tirkiye Tayib Erdogan , xwezî wî yê tiştek xirab ji bo Barzani bêje.Roja 22ê Îlonê Konseya Ewlehiya Tirkiye dicive û biryarekî di derbarê Kurdistana Başûr de digre. Yani dikarin pêwendiyên xwe siyasi û darayî berçavre derbas bikin û hinek biryara bigrin.Ji aliyek din gelek rojname di derbarê Barzani de gotinên bê edebî bi kar tînin. Li Tirkiye çep rast, nijadperest, faşîst herkes di derbarê dijitiya Kurdan de bûne yek û direyên.Li vê derê dive mirov bêje hinek rojnemevan û nivîskar tînin bîra Erdogan û bala wî dikişînin. Barzani hemû hukumeta Iraqê da himber xwe petrol bi rêya Tirkiye derxit derve. Ji aliyek din dema Ebadi xeberên nexweş di derbarê Tirkiye û Erdogan de digot Barzani li wan xwedî derket. Niha hun radibin gotinên ne mirovatî dibêjin. Bizanibin ku eger kesek bersiva we nade, we cidî nagrin.Ji aliyek din Medya Kemalist a nijadperest di vê derbarê de pişgiriyek mezin didin hukumetê û dibêjin: Deriyê Xabur bigrin, xeta petrolê bisekininin, Kerkuk ya meye bikevin Kerkukê. Ev gotin hemû ne akilanene û zererê bi hemû awayî dide xweyê xwe. Taliyê de Tirkiye kete di nava benda siyaseta Îranê. Tirkiye nikarê vê ragire.Rojnama Sozcu rojnameyek Kemalist a Faşîst e. Li dijê serokê Kurdistanê kampanyak vekir û bê ehlaqiyek mezin dike. Hun bizanibin li Bakur Kurd dê lanetê li we bînin. Dijitiya mafê rewa yê kurda dê bibe dawiya xeyalên we yên faşistî.Dogu perincek di gotarek xwe de wesfê Erdogan ji bo axavtina wî ya di derbarê referanduma Kurdistanê de dide û dibêje: Erdogan Kemalistek Îslamiye.Wey mala minê. Ji bir nekin hinek medya PKKê jî dawula van aliyan lê dide. Baş bizanibin pêvajoya serxwebûna Kurdistanê destpêkiriye. Ev yek ne referandumê ve girêdaye. Kurdên Başûr biryara xwe dane û ber bi serxwebûnê ve diçin.Ne bi referandumê , lê bi garantiyên navdewleti jî serxwebûnê misoger dikin.Hinek nivîskar û rojnemevanên Tirkiye, gelek bi erênî û dostane behsa referanduma Kurdistanê dikin. Dinivîsînin û dibêjin siyaseta Erdogan ya dijberiyê ne raste. Parlementerên kurd di nava AKPê de wek Galip Ensarioglu, gelek bi zelalî behsa siyaseta Tirkiye ya ne rast dike û pişgiriya referandumê dike. Evin dostên kurda û yên Başûr yên ji dil.Ji aliyek din jî parlementerên wek Mehmet Metiner jî ji bo koletiya xwe bidin xûyakirin direyên.Ji bîrnekin ku ew Barzaniyê jiyana xwe hemû jib o serxwebûna welatê xwe terxan kirî, li himber cîhanekî bi rast û serbilin disekinê. Gitinên xirab li xweyê xwe vedigerê. Ka gelo 2-3 mehin din hun çi bêjin? Xwedê dizane.N.Firat/Rojevakurd