Wiha biçê rojek tê çarenivîsa me kolebûn dibe

Her mîlletek li şûna Kurd bûya û ewqas jenosayd û enfal û kîmyabaran li ser hatiba kirin, dibû yekgirtîrîn û yekrêztirîn mîlletê nava dîrokê. Her mîlletek wekî mîlletê Kurd li gel wan hemû dijmin û dagîrkerên seyr û semer nêzîkî sedsale dest û lapên xwe nerm kiriba dibûya jîrtirîn û stratejîtirîn mîlletê ser goga zevî.

Lê belê li şûna yekgirtinê, tenê çend sal piştî enfalê bira dest bi canê hevdû birin. Li şûna stratejî û jîriyên nû bi nû bi cîh bikin û rengê partiyên wan li bîra wan tê û li şûna kiyan û serweriyê rûpel ji bo cinêwdanê dirust dikin.

Tawana enfal û kîmyabaranê ewqas mezine, ewqas dilhejêne, ewqas diltezîne, ewqas dirindaneye, dirustiya wê ewe bû ku takê Kurd heta hetaye tenê bi xeyal jî rik li birayê xwe nebê. Diviya heta hetayê enfala Wêrdî li ser zimanê wî ba. Diviya sedan fîlm û kitêb û peyker di derbarê wê ve hatiba dirust kirin, diviya babetên xwendin û perwerdeyê ba.

Dirustiya wê ewe bû bi bîranîna enfalê bixewê, bi bîranîna enfalê ji xew rabê, bi bîranîna enfalê bijî û bi bîranîna enfalê bixwînê û têbikoşê û kar bike û serî deynê. Rastî ewe bû bîranîna şehîdên kîmyabaran û enfalê bike destpêk û dawiya hemû xweşî û nexweşiyek. Diviya vê bîranînê li nimêjên me de jî ba, rastiya wê eve bû!

Diviya li hemû gotar û hevdîtin û danustandin û serdana li gel dewletên Iraqê behsa enfalê bihata kirin. Diviya niha dewleta tawanbarê Iraqê neçar hatiba kirin dehan trîlyon dolar qerebû bida gelê Kurd û heta sedan salên din jî ev deyn û qerz li ser milên wî biman.

Diviya li şerma tawana enfalê Erebên Iraqê bi Şîe û Sûnne ve ji şerma nekaribûyan temaşa çavê Kurd bikin. Diviya heta jiyan li ser goga zevî mabê ew qerzdarê gelê Kurdistanê bûyan.

Eve dirustiya wê bû, lê belê nekirin, her me bi xwe wiha kir her dem em xwe bi qerzdarê Iraqê dizanîn, doza xwe ya rewa tenê bikîn mûçe û bîxîn bin dilovaniya nûnertî û eşîrtiyê. Bi şanaziyê ve ax û bajar û mirovên me xistin bin pê û postalên dagîrkeran. Kenên xwe bi Pêşmerge kirin û timahiya me çûye xwîn û ser û malên hevdû… Niha em hemû tenê bawerî bi derewên xwe dikîn… Ew derewên erzan me lekedar û pîs dikin. Em çêj û tamê ji şanaziyê nabînîn. Em hez bi pîsbûn û lekedarbûn û têkşikandin û derewê dikin.

Li vir da vebala wê tenê li ser milê partiyan nîne, tak takê vî mîlletî ji bazirgan heta hunermend, dewlemend û rewşenbîr, rojnamevan û mezin û biçûk her em hemû berpirsin ji wê yekê ku bi biçûkî temaşa xwe û mîlletê xwe dikîn.

Wiha biçe rojek tê her em hemû bibêjin enfal rû nedaye, jenosayd nehatine kirin, kes me dagîr nekiriye… Wiha biçê rojek tê kolebûn çarenûsa me dibe û azadiyê têk didîn. Wiha biçe rojek tê hebûna me jî hemû dibe dereweke pûç.

Zikrî Musa

Nerîna min :