Hikûmeta Herêmê, Hikûmeta hemû Herêma Kurdistanê ye

Piştî wan hewlên serkeftiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê li îdaredana qeyranên yek li dawiya yek, bi taybetî îdaredan û rêgirtina belavbûna şewba virusa nû ya Korona û rûbirûbûna gendeliyê, hewlekî ber bi li dijî Hikumetê destpêkiriye, ku ez piştrastim nikarin rê li daxwaza Hikumet û xelkê bigrin.
Pêwîst dike li ser wan aloziyên di derbarê Zîna Wertê ji aliyê kesekî neberpirs ve hatiye holê rûnkirinê bidîn.
Li destpêka rêkarên kontrola navçeyên sînoriyan ji ber şewba Korona, hejmarek qaçaxçî hewla anîn û birina çendîn kesan li wî sînorî daye ku berevajiya rênimayiyên tendirustiyên Hikumetê bûye.
Ji bo rêgirîkirina serpêçiyan, wekî gelek li navçeyên sînoriyên din Wezareta Pêşmerge hêzekî yekgirtî û hevbeş ji bo Zîna Wertê şand, lê belê mixabin di demek da ku çaverêya palpiştiya hemû aliyên li Hikumetê bûyîn, taqimekî diyarkirî bi mebest û bi nefesên hîzbiyane, hêza hîzbî beramber bi hêza Hikumetê tevgerand û bi eşkere dijî Hikumetê rawestan, bi hêceta wê yekê ku qaşo ev sînor ya hizbekî diyarkiriye û Hikumeta Herêmê nikarê hêzên hevbeşên xwe têda cêgîr bike û ji bo vê mebestê jî ketine nav tomet kirin û têkilkirina babetên ne bicîh û nepeywendîdar.
Hêzên hevbeş û yekgirtiyê hêzên hikumetêne û hikumet bi xwe biryarê dide li çi navçeyekê Herêma Kurdistanê wan cêgîr bike. Ew hêzên hevbeş bi bêyî hîç hestiyariyek li hemû parêzgehên Herêmê da hatine belav kirin. Ji bo wê yekê li vir da vê pirsiyarê dixîne ber raya giştiya Kurdistanê ku ji bo çi û bi çi mebestek tenê dijayetiya çûna hêzên Hikumetê ji bo Zîna Wertê tê kirin?
Li vir da ji bo welatiyên xweşdivî dûpat dikim ku ji bilî hêzên Pêşmergeyên ser bi Wezareta Pêşmerge, hîç hêzekî hîzbiyên din li Zîna Wertê nehatiye cêgîr kirin. Her wiha di demek da spasî wan hêzên siyasiyan dikin ku dilgiranî û xemxuriya xwe beramber bi vê rewşa nexwastî derbiriye. Daxwazê ji wan dikin biryar û desthilatên Hikumetê li gel yê partiyek beramber nekin, çaverêya wê yekê li we dikin piştevaniya hewlên Hikumetê bin ji bo bi cîhkirina yasa û nehiştina desthilatên neberpirs û grûpên çekdarên bin desthilata şexsî. Daxwazê li wan dikim biryarên Hikumetê bi biryarên hîzbî nezanin û çespandina yasa bi gengeşeya hîzbî hejmar nekin.
Behskirina dû îdareyî û tometbarkirina hevdû, xizmetê bi vê rewşê nake, ewê niha rûdide yaxîbûna(eşqiyatîbûna) taqimekî diyarkiriye beramber bi Hikumetê, neku gengeşeya hîzbî. Hêvîdarîn ew alî bi hûrî muamele li gel vê aloziyê bikin û rola xêr û bandora wan bi vî awayî derdikevê ku beramber bi neheqî û binpêkirinan rawestin, neku baş û xerap bi yek çav temaşe bikin.
Li destpêka destbikarbûna me ya li vê kabîneyê da soza rastgoyî û xizmet û çespandina giyanê yek îdareyiyê me bi welatiyên xweşdivî daye. Bi hîç awayekê qebul nakîn bi şeklî Hikumeteke yekgirtî hebê û li beşekî Herêmê desthilatdarên din hebê û dijayetiya Hikumetê bikin.
Wezîrên birêzên Wezîrê hemû Hikumeta Herêma Kurdistanê ne û rênimayiyan ji Hikumetê werdigrin neku hîzban, eve jî xwest û hêviya hemû xelkê Kurdistanê bûye.
Em di demek da ku nûnerayetiya hemû navçeyên Kurdistan dikîn, wiha jî berpirsiyarîn li çespandina yasa û rênimayiyan li hemû navçeyan bi bê cûda dikîn. Bi hîç awayekê rê nadîn li Herêma Kurdistanê da çendîn hikumraniyên cûda li derveyê yasa serî bilbidin û rêgiriyê li bi cîhkirina rênimayiyên Hikumetê bikin.
Welatiyên xweşdivî:
Me pişt bi xwedê û we yên dilsozên niştiman, vê erkê giran qebul kiriye. Niha jî bi piştbestina bi xwedê û we li çespandina yasa û xizmeta hemû xelkê Kurdistanê, bi bê cûdahî berdewam dibîn.
Mesrûr Barzanî
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê
17.04.2020