Polîtîk

Guftûgoya Nûnera Kurdistanê li gel Wezareta Uzeya Amerîkî

Xanima Beyan Samî Abdulrehman Nûnera Hikumeta Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka roja sêşem rêkefta 14 nîsana 2020 li rêya peywendiya telefoniyê li gel Dr Matt Zais Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Uze(Enerjî) li Nivîsîngeha Karubarê Navdewletî li Wezareta Uzeya Amerîkî di derbarê peywendiyên di navbera her du aliyan guftûgo kirin.

Li vê peywendiyê da ji bilî tekez kirina li ser peywendiyên dû qolî, guftûgo li ser gelek pirsên peywendîdar yên li nav wan de proseya pêkanîna kabîneya nû ya hikumeta Iraqa Federal û karên hikumeta Kurdistanê li rûbirûbûna belavbûna şewba Korona û her wiha dabezîna nirxê neft û kêmbûna xwestên li ser neft yên li bazaran da ku bandora wê li ser Kurdistan û Iraqê de jî hebûye.

Back to top button