Wezîra bergiriya Almanya li gel wezîrê navxwe civiya

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê ligel şandekê li Hewlêrê ye û piştî ku ew bi Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re civiyabû, piştre hejmarek çalakvanên Êzidî dîtin û serdana Navenda Rahênana Leşkerî jî kir.

Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê serdana şêwirmend û leşkerên welatê xwe li Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî kir.

Şanda Almanî bi hevdîtin û civînên xwe berdewam e û biryar e bi Wezareta Pêşmerge û berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re jî bicive.

Almanya di şerê li dijî DAIŞê de bi çek û keresteyên leşkerî û bi taybetî bi çekê Mîlan û bi riya şêwekar û rahênankarên leşkerî hevkariya hêza Pêşmergeyên Kurdistanê kir.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: