Nivîsar

Qendîl tehdîta herî mezin e li ser Hewlêr

Di siyasetê de jî wek her beşek yê jiyana civakî de ehlaq gelekî girîng e. Taybetî dema mirov doza rizgarkirina miletekî bindest dike, ehlaq dibe pîvanek ya siyasetê. Lê mixabin dema mirov li Tevgera Kurd dinêre gelek aliyan bi tu awayî nesîbê xwe ji aliyê ehlaqî de negirtiye, yan jî ev yek girine bingehê siyaseta xwe .

Qonaxa ku Tevgera Kurd têre derbas dibe gelekî zîz û girîng e. Di roja me de destkeftiya herî berbiçav federasyona li başûrê Kurdistanê ye. Parastin û dijderketina vê xaka azad bûye pîvanek ya niştimanperweriyê.

Lê mixabin hêzên wek PKK pê li hemû nirxên Kurdistanî û ehlaqî dikin û bê sinor şerê destkeftiyên başûrê Kurdistanê dikin û ji bo van destkeftiyan ji nav bibin dibe tehdîta herî mezin. Her aliyek yan jî kesayetek Kurd di vê derbarê de pişgiriya siyaseta PKKê bi awayekî bike dibe şirîkîê vê tawana netewî li dijê miletê xwe.

Bê guman li Kurdistanê jî wek her deverek yê cîhanê partiyên cuda hene, xwedî bîr û baweriyên cudane, dê siyaseta hev rexne bikin û behsa cudabûnên xwe bikin. Lê dema hevûdin bi xiyanetê itham bikin, hingê ne mimkine ku rolek erênî di rexneyan de bimîne.

Di vê pêvajoyê de PKK bi hemû awayî êrîşê PDKê dike û PDKê bi xiyanetê itham dike. Lê ji aliyek din behsa “Yekitiyek Netewî“ dike. Dezgehên girêdayî PKKê li gel aliyên siyasî hevdîtina ji bo yekitiyekî dikin. Xelkek di bin bandora propaganda PKKê de behsa Yekitiyekî di nava mala Kurd de dike.

Ji bo Kurda yekitî ji bo xwedî derketin û pêşvebirina destkeftiyên netewî pêwistiyek herî girîng e. Kurd divê li hemû beşên Kurdistanê de li ser prensibên netewî yekitiyekî pêkbînin. Ne mimkine ku yek insanê kurd li dijê yekitiya di nava hêzên siyasî Kurdistanî be. Lê ya PKKê dike durûtiye û xapandine.

Ji bo têgihandina xapandin û du rûtiya PKKê hinek axavtinên berpirs û rêveberên wan û hinek nivîsên ku di derbarê PDKê de dinivîsin, pêwiste baş bêne xwendin. Taybetî ji bo siyaseta PKKê ya li dij Kurdistanê baş bê têgihandin divê xelk ne tenê guh bide propagandeyên derew ên PKKê. Divê ew rastiya PKKê tê bighin û xetera bi navê Kurdeyatiyê li ser destkeftiyên Kurda fam bikin û bibînin.

Murat Karayilan di axvtinekî de behsa rewşa başûrê Kurdistanê dike û doza yekitiyekî li hêzên Kurdistanê dike.

https://www.lekolin.org/haber-5536-Karayilan-Dive-mirov-dijmin-u-dosten-xwe-ji-hev-binase.html

Ji aliyek din ve, eve demeke di malpera Lêkolinê de li dijê PDKê kampanyek gelek dijwar li ser derewan tê rêvebirin.

https://www.lekolin.org/haber-5930-Di-diroka-nez-de-Dagirkeri-u-Xiyanet-a-PDKe–1.html

https://www.lekolin.org/haber-5933-Di-diroka-nez-de-DAGIRKERI-u-XIYANET-a-PDKe—2.html

https://www.lekolin.org/haber-5936-Di-diroka-nez-de-Dagirkeri-u-Xiyanet-a-PDKe—3.html

https://www.lekolin.org/haber-5938-Di-diroka-nez-de-Dagirkeri-u-Xiyanet-a-PDKe—4.html

Başe dema PKK xwediyê vê dîtinê be , çewe bi çi rûyî dikare behsa Yekitiyekî li gel PDKê bike ku wan bi xiyanetê itham dike. Li Kurdistanê heta aliyên siyasî rastiya PKKê nebînin tu cara nikarin pêşiya xwe jî bi zelalî bibînin.

Her aliyek kurd îro li gel PKKê û aligirên PKKê hevkariyê dike, dibê şirîkê vê siyaseta qirêj. Herweha yekitîyek ne li ser bingehê berjewendiyên netewî bê avakirin tu bahayê wê ji bo Kurdistanê tuneye.

Yekitî gerek li ser prensibên siyasê ji bo destxistina mafên netewî yên rewa yên gelê kurd bêne çêkirin. Pişgirya xelkekî bi atifî(hissî) ji bo hinek aliyên girêdayê PKKê tenê vê hêzê bi xort dike û zererê dide berjewendiyên netewî.

Mixabin hinek medya û kanalên televizyonê ku girêdayê PDKê têne hesabkirin, zanebûn yan ne zanebûn dibin zemîn ji beşek ji propaganda PKKê ya li dijê PDKê bi xwe. Yanî ew dara di bin xwe de dibirin û Bivir li lingê xwe didin.

21.8.2019

Analîz/N. Firat

Back to top button