Wezîrên derve yê Fransa û Almanya li Şamê ne..!
Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot û Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock îro bi awayekî ji nişka ve serdana Şamê paytexta Sûriyê kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Barrot li Balyozxaneya Fransayê ya li Şamê ji rojnamevanan re axivî û got, “Em hêvî dikin ku Sûriye bibe xwedî pêşerojeke serwer, biîstiqrar û aştiyane.”
Wezîrê Fransî her wiha bal kişand ser wê yekê ku rewş nazik e.
Barrot got, “Fransa û Elmanya bi hev re bi hemû awayî li cem gelê Sûriyeyê ne. Fransa û Elmanya dixwazin pişgiriyê bidin veguherîneke aştiyane.”
Ev serdan wek yekem pêwendiya fermî ya berpirsekî pilebilind ji Fransa bo Şamê piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed tê xuyakirin.
Serdana her du wezîran di çarçoveya hewlên çêkirina nexşerêyekê ji bo paşeroja Sûriyê û rewşa gelê wê di qonaxa piştî Beşar Esed de tê nirxandin.
Ji aliyê din ve Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî got, “Em dizanin ku HTŞ ji ku tê û berê çi kiriye. Divê em firsendê ji dest nedin ku di qonaxeke wiha de piştgiriya gelê Sûriyê bikin.”
Wezîra Almanî her wiha got ku ew dixwazin alîkariya Sûriyê bikin ku “veguhere dewleteke bikêrhatî ku tevahiya axa xwe kontrol dike.”