‘Şanda Partiya DEM’ê piştî serdana duyemîn a Îmraliyê dikare biçe Sûriyeyê’
Rojnemevanê tirk Fîkret Bila, îdia kir ku piştî serdana duyemîn a Îmraliyê heyeta Partiya DEM’ê dikare biçe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê(rojavayê Kurdistanê) û bi QSD’ê re hevdîtinê bike.
Şanda DEM Partiyê ku li Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî, bi Serokê Parlementoya Tirkiye Numan Kurtulmuş û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anî.
Li gorî agahiyên paşperdeyê ku şîrovekar û nivîskar Halk TV Fîkret Bila di bernameya Açik a bi moderatoriya Gokmen Karadag de ragihand, piştî hevdîtinên partiyên siyasî yên ku hatibûn plankirin, dê cara duyemîn biçe Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne. Bîla diyar kir ku piştî serdana duyemîn a Îmraliyê heyet dikare biçe Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê(rojavayê Kurdistanê) û bi QSD’ê re hevdîtinê bike.
Bila daxûyakirin ku detayên nûçeyê di hevpeyvîna parlementerê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû ku ji Rojnameya 24 Saat a dezgehê rojnemevanen re axivî, û diyar kir ku dê Newrozê banga danîna çekan bê kirin.