Polîtîk

Durziyên li Sûriyeyê çekên xwe radestnakin!

Şêx Hikmet El-Hicrî, serkirdeyêkî Durziya li başûrê Sûriyê, ku şert û mercên xwe yên piştî banga HTŞ ya ji bo danîna çekan ragihand û got: “Em qet qebûl nakin ku çekan berî avakirina dewlet û destûreke ku mafên me garantî bike, radest bikin.”

Di dema ku HTŞ, Şam girt, bang li kesên ji bilî xwe kir ku dev ji çekên xwe berdin, Şêx Hikmet El Hicrî, rêberê Durziyan li Suweyda û başûrê Sûriyê, got, “Hê zû ye ku em behsa radestkirina çekan li Sûriyê bikin. “

Şêx Hikmet El Hicrî bersiv da nîqaşên li ser mijara ku hêzên leşkerî çekên xwe deynin. Hicrî diyar kir ku hîn zû ye li ser radestkirina çekan li Sûriyeyê nîqaş bên kirin û got, “Em ti carî qebûl nakin ku çekan beriya avakirina dewletê û beriya ku destûra bingehîn a ku mafên me garantî dike were nivîsandin, radest bikin.”

Hicrî dibêje: “Em behsa dewleteke ku tê de atmosfereke baweriyê lê hebe, ne dewleteke demkî ye. “Em difikirin ku çavdêriya navneteweyî ji bo avakirina dewletê li Sûriyeyê hewce ye, da ku ti valahiyek ku me paşde bikişîne nehêle.” Komên çekdar ên Durzî yên li Suweydayê di 31ê Kanûnê de rê nedan konvoya HTŞê derbasî bajêr bibe û karwanê HTŞê neçar ma ku vegere Şamê.


Back to top button