Polîtîk

Amerîka dest bi avakirina baregeheke nû ya leşkerî li Kobanî kir

Hat îdiakirin ku DYA amadekariya avakirina baregeheke leşkerî li Kobanê dike. Dibêjin ku,gelek malzemeyên înşeatê û piştgiriya lojîstîk ji bo deverê hatine rêkirin.

Hat îdiakirin ku avahiya ku li navenda bajarê Kobaniyê (Kinim Otela berê) wê bibe baregeha Amerîkayê.

Di daxuyaniya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) de hat diyarkirin ku DYA blokên çîmentoyê birine Kobanê.

Di dema ku çalakvanên SOHR diyar kirin ku karwan ber bi Kobanî ve diçûn, “Hêzên Amerîkî hewl didin ku bingehên xwe bihêz bikin û navendeke leşkerî ya nû ava bikin ji ber zêdebûna aloziya ewlehî û leşkerî li herêmê.”

Çend roj berê 3 balafirên ku leşker, çek û kelûmelên leşkerî hilgirtibûn, li baregeha Amerîkayê ya li bajarê Şedadê yê Hesekê dan.

Medyaya fermî ya Rûsî Sputnik ragihand ku bi dehan kamyonên ku alavên leşkerî û lojîstîk hildigirin ji bo avakirina baregehê gihîştine herêma di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, û karwanê ku malzemeyên weke avahiyên amade, blokên betonî, xendek hilgirtiye. Amûrên kolandinê, kamerayên çavdêriyê û tankên sotemeniyê bi wesayitên zirxî yên Amerîkayê re li Kobanê hatin kirin.


Back to top button