Wezîrê derve yê Fransa li Şamê banga “çareseriyeke siyasî” ji Kurdan re dike
Jean-Noël Barrot di hevdîtina bi nûnerên saziyên sivîl re got, “Divê çareseriyeke siyasî bi hevalbendên Fransayê re bi Kurdan re bê dîtin, da ku bi tevahî tevlî vê pêvajoya siyasî ya ku îro dest pê dike, bibin.”
Serokê dîplomasiya Fransî Jean-Noël Barrot roja Înê ji Şamê bang li hêza nû ya Sûriyê kir ku “çareseriyeke siyasî” ligel Kurdên ku beşeke mezin ji bakurê rojhilatê welat kontrol dikin, bike. Wezîr di hevdîtina bi nûnerên saziyên sivîl re got, “Divê çareseriyeke siyasî bi hevalbendên Fransayê re bi Kurdan re bê dîtin, da ku bi tevahî tevlî vê pêvajoya siyasî ya ku îro dest pê dike bibin.”
“Bi îmhakirina stokên çekên kîmyayî re berdewam bikin”
Herweha Barrot daxwaza jinavbirina stokên çekên kîmyayî yên ku ji aliyê desthilata Beşar Esed ve hatine çêkirin, kir. Barrot got: “Sûriyeyeke serwer û ewledar ti cihekî, ji bo belavkirina çekên wêrankirina komî û çekên kîmyayî yên rêjîma tawankar ya Beşar Esed nahêle.” Wî anî ziman ku ew dê ji desthilatdarên nû bixwaze ku “bê dereng daxwazê li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) bikin” da ku “ber bi wêrankirina stokên çekên kîmawî re herin”.