
Wezîrê berê yê karubarê Brîtanya Denis MacShane li gotarek da ku li rojnameya The Independent ya Brîtanî de belavkiriye, ragihand tirkiye bûye ji bo Ewrupayê bûye gefeke mezin.
Li gor gotara MacShane tirkiye neku tenê bûye gefek ji bo axa Yekîtiya Ewrupa, belku bûye gefek ji bo wan hemû tiştên Yekîtiya Erupa wekî bihayek muameleyê li gel dike.
Wezîrê berê yê karubarê Brîtanya Denis MacShane pirsiyara ewe jî kir, Ewên li Ewrupayê goşt naxwin, gelo rê didin Erdogan wî goştî bixwe ku li Deryaya Ege dest dikevê.
Her wiha eşkere jî kir ku François Hollande Serokê berê yê Fransa heftiya derbasbûyî li Atînayê bû, li wir behsa ewe kir, Enqere cihê dilgiraniya Ewrupa ye û Serokê tirkiye jî ku li navenda dîplomasiya rojava de bi “Sultan” tê wesif kirin ji bo Yekîtiya Ewrupa bûye gefeke mezin.
Ew wezîrê Brîtanî balê dikşîne li ser wê yekê ku François Hollande gotiye: Erdogan rêberiya têkçûna aboriya tirkiye dike û pêwîste li ser zengê metirsiya neteweyî lê bide, lê belê bi navê dûrxistina bala welatiyan ji wan kêşeyên aboriyên rûbirûyê welatê wan bûye, propaganda û bangeşeya vegerana serweriyên Împaratoriya Osmanî dike. Her wiha şerê wî yê li gel Kurdan jî gelek metirsîdare.