Mesrûr Barzanî: Kurdistan bi Erebkirina Kerkûkê qebûl nake

Serok Wezîrê Hikûmeta Kurdistanê peyamek di derbarê rewşa navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê bi taybet Kerkûkê belavkir û dibêje: “Bi Erebkirin û guherîna demografiyê bi awayeke bernamekirî li wan navçeyan berdewame”. Her wiha wê siyaseta Erebkirina navçeyên kêşe li ser bi tundî şermezar dike û dibêje: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu demekê wan cûre siyasetan qebul nake”.

Her li vê peyamê da Serok Wezîrê Hikûmeta Kurdistanê nivîsiye: “Mixabin siyaseta bi Erebkirin û guherîna demografiyê bi awayeke bernamekirî li wan navçeyan berdewame ku dûbarekirina heman siyaseta bi Erebkirina rejîmên berê yên Iraqê ye ku li dijî xelkê wan navçeyan hatiye kirin”.

Mesrûr Barzanî “Bi tûndî” şermezariya wê siyaseta bi Erebkirina navçeyên kêşe li ser û bi taybet li Kerkûkê dike û dibêje: “Hikûmeta Kurdistanê tu demekê wan cûre siyasetan qebul nake, bi taybetî vegerandin û nîştecîhkirina xelkek ku ne nîştecihê resenê wan navçeyanin”.

Nerîna min :