Civak

Wezîrê Tendirustiya Kurdistanê dîsa welatiyan hişyar dike

Wezîrê Tendirustiya Kurdistanê ragihand 139 kes ji ber pabend nebûnê û berketiyê tûşî Korona bûne, ev hejmar nîşanderekî metirsîdare, daxwaz dike pabendbin bila karesat rû nede.

Dr Saman Berzencî, Wezîrê Tendirustiya Kurdistanê li daxuyaniyek da dibêje: “Sedema tûşbûna 139 haletan bi rêjeya (%79) ya bi giştiya tûşbûyên Korona ji ber pabendnebûna rênimayiyên tendirustiyê û berketiyên hevdû bûne”.

Her wiha ragihand: “Ev hejmar nîşanderekî metirsîdare, ji kerema xwe agahdarî xwe bin neyin derveyê malê û ber keseke din nebin bila karesata zêdekirina Korona rû nede”.

Back to top button