Cîhan

Gelo Almanya ji bo Korona amade ye?

Bernameya Kurdî ya Cosmo li gel Serhat Sonmez pizîşkekê Kurd ku li Almanya kar dike raporek li ser amadekarî û rewşa tendirustiya Almanyayê de zanyariyan pêşkêş dike.

Her wiha pirsên Cosmo yên wekî Tedbîrên Coronayê ewê heta kengî berdewam bikin? Hejmarên dezgehên fermî çima hevdu nagirin? Pergala tendurustîya Almanyayê dikare ji binê vî barî derkeve? Bijîşk Serhat Sönmez dibersivîne.

Êdî Korona û tedbîrên li dij wê bûn perçeyeke ji jîyana me. Em herroj guh didin hejmara kesên pê ketî yan kesên ku jîyana xwe ji dest dane. Lê belê carna hejmarên ku dezgehên cihê radigihînin hevdu nagirin. sedema vê yekê çi ye? Ev tedbîrên Koronayê dikarin heta kengî berdewam bikin? Yan jî rewşa li Almanyayê bi rastî jî li gor Îtalya û Îspanya baştir e yan em tenê di destpêkê de ne? Ev û çendîn pirsên din me ji Bochumê ji bijîşk Serhat Sönmez kir.

Back to top button