Cîhan

Wezîrê perwedeyê yê Lubnanê gihişte Hewlêrê

Li ser vexwandina fermî ya wezîrê pererdeya hikûmeta herêma Kurdistanê îro wezîrê perwerdeya Lubnanê bi serdaneke fermî gihişte hewlêra paytexta herêma Kurdistanê.

Hesen Muneymene wezîrê perwerde û fêrkirina bala yê hikûmeta Lubnanê bi serkatiya şandeyekê ku, ji Neda Mueymene rêvebira pirojeyên geşepêdana perwerdeyê li Lubnanê, Mazin Xetîb serokê kolêja perwerdeyê, Ebîr Şîmon şêwimendê ragehandina wezareta perwerdeyê pêkhat bû, bi serdaneke fermî gihiştin herêma Kurdistanê û li firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Sefîn Dizeyî wezîrê perwerdeya hikûmeta herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Tê çaverê kirin ku şandeya lubnanî di vê serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê de çend peymanan di warê perwerdeyê, pirogramê xandin, geşepêdana şiyanên mamosteyan, bikaeanîna teknolojiya moderin û awayê dersgotinê de digel wezareta perwerdeya herêma Kurdistanê îmza bike.

Back to top button