Barzanî pêşwazî li Wezîrê Komara Lubnanê kir
Îro yekşem 16/05/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwazî li birêz Hesen Muneymine Wezîrê Perwerde û Fêrkirina Bilinda Komara Lubnanê û şanda li gel kir.
Li hevdîtinê de ku birêz Sefîn Dizeyî Wezîrê Perwerdeyê Herêma Kurdistanê amade bû, Wezîrê Perwerde û Fêrkirina Bilinda Komara Lubnanê silavên Serok Komar û Serok Wezîrê Komara Lubnanê bi Serok Barzanî ragihand û paşê jî mebesta serdana fermiya xwe ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji bo pêşxistina pêwendiyên her du aliyan bi warê Perwerde ve û sûd gihandine bi sîstema xwendin û perwerdeya Herêmê li ruyê programên xwendin û kiryarên miroviyên Mamosta û sedemên fêrkirin û awayên nû ya wane gotinê û serpereştiya perwerdehî û bi karanîna teknelojiya hevçerx li proseya perwerdeya Herêmê da.
Serok Barzanî bi xêrhatina Wezîrê Perwerde û Xwendina Bilinda Komara Lubnanê kir û balkişand li ser wê yekê ku Lubnan welateke ezîze li cem me û li serdana min ya dawiya wî welatî deşerefmend bûm bi hevdîtina Serok Komar û Serok Wezîr û Serokê Parlemen û hêvî xwest ku ev serdan pêwendiyên di navbera Herêm û Komara Lubnanê de pêş bixe û tekîd jî li wê yekê kir ku Lubnan herdem li gel êş û azarên gelê Kurdistanê buye û daxwaz jî li Wezîrê Perwerde û Xwendina Bilind kir ku silav û rêzên me bigihîne Serok Komar û Serok Wezîr û Serokê Parlemanê.