Kultur
140 mamosteyên zanîngehên Tirkiyeyê çûn Kurdistanê
Duhî 140 mamosteyên zanîngehê yên Tirkiyeyê bi serokatiya serokê zanîngeha Sirtê Receb Ziyad serdana herêma Kurdistanê kirin.
Heyeta mamosteyên zanîngehên Tirkiyeyê li deriyê Îbrahîm Xelîlê ji aliyê birêvebirê Komelgeha Îbrahîm Xelîlê Hemîd Elî ve hatên pêşwazîkirin.
Di civîneke de mamosteyên zanîngehên Tirkiyeyê armanca serdana xwe ya ji bo Kurdistanê ji çapemeniyê re rave kir û ragihandin ku, armanca wan ji vê serdanê dîtina zanîngeh û çeweniya kar û çalakiyên zanîngehên Kurdistanê ye.
Heyeta mêwan di berdewamiya axaftinên xwe de eşkere kir ku, ew dê hewl bidin daku peyvendiyên zanîngehên Tirkiyeyê û Kurdistanê bi hevre bihêztir bikin.