Civak

NY, di derbarê girtîgehên Sûriyê de bi tirse

Di dema dawî de gelek rapor derbarê rewşa mafên mirov li Sûriyê ji bo NY hatin pêşkêşkirin. Di wan raporan de hatiye nivîsandin, ku li Sûriyê girtîgehine nehênî di bin kontrola hêzên ewlekariyê de hene. Gelek girtî li wir têne eşkencekirin.

Komîteya NY derbarê eşkencekirin, mirin û zindankirina tekane, ya siyastvan û çalakvanên Kurd, endîşeya diyar û bi hinek rapor gotinên xwe pesend kir.

Tiştê herî balkêş ew bû, ku komîteyê bi tirs û endîşeyeke mezin li rûdanên kuştina leşkerê Kurd di artêş Sûriyê nêrî. Komîteyê derbarê van rûdana di rapora xwe de wiha nivîsî:

(Komîteya me raporên derbarê pirbûna rûdanên kuştina leşkerên Kurd di dema pêkanîna erkê parastina welat de li Sûriyê bi endîşe dişopîne. Ji komîteyê re hatiye ragihandin, ku li ser cendekên leşkeran şûna lêdan û eşkencey ê heye.)

Herwiha komîte li ser rewşa çalakvanê Ereb Muhened El Hesenî (Serokê Rêxistina Sûrî ji bo Mafên Mirov) rawestiya û doza ravekirina rewşa wî kir. Muhened El Hesenî di Tîrmeha 2009an de bi tewanbariya (destdirêjiya li hestên neteweyî) hate girtin. Beriya heftiyekê Muhened El Hesenî, ku wek parêzerekî kar dikir, bi diyareke navnetewî ya mafên mirov hate xelatkirin.

Hêjayî gotinê ye ko ji serhildana Qamişlo de di 2004an de 37 leşkerên kurd di artêşa Sûriyê de bi awayekî nehênî hatine kuştin. Dewlet jî ne ji malbata wan re ne jî ji tu kesê din re eşkere nake bê ka çilo hatine kuştin.

 

 

(Soparo)

Back to top button