Civak

Wezîrê navxwe: Saziyên polîs û asayîşa Kurdistanê roj bi roj pêşdikefin

     
Kerîma Şingarî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li dîwana wezaretê, pêşwazî li Valêrî Şovayêv sefîrê Rusiya federe û şandeya pê pê re kir.

Şingarî û sefîrê Rusiya federe di dîdarekê de rewşa emnî a Îraqê û herêma Kurdistanê û pêşhatên siyasî gotûbêj kirin. Şandeya mêvan ew avadanî û pêşketinên di hemû waran de, bi taybetî di warê emnî û aramiyê de, çêbûne bilind nirxandin .

Wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê ji şandeya Rusiya federe re behsa kar û çalakiyên wezareta nevxwe kir û got ku saziyên polîs û asayîşa Kurdistanê roj bi roj pêşdikefin û fêdey ji teknolojiya nû û moderin û tecrûbeya welatên pêşketî werdigirin.

Xurtkirina têkeliyên navbera Rusiya federe û herêma Kurdistanê beşdarîkirina sermayedarên rusî di avakirina herêma Kurdistanê de mijareke din a civîna Şingarî û Şovayêv bû.

Back to top button