Serok Komarê Lubnanê pêşwazî Barzanî kir
Li dirêjiya serdana xwe ya Lubnanê de îro çarşem 14/04/2010 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel ji aliyê birêz Mîşêl Silêman Serok Komarê Lubnanê ve li Koşka Be’ebida li Beyrut hate pêşwazî kirin.
Li hevdîtinê de behsa pêwendiyên Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî li gel Komarê Lubnanê û çawayiya pêşxistina wan pêwendiyan hate kirin.
Paşê jî li Koşka Eynetîne Serok Barzanî ji aliyê birêz Nebiye Berî Serokê Encumena Nûnerên Lubnanê ve hate pêşwazî kirin û li hevdîtinê de behsa pêşxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan hate kirin.
Hêjayî gotinêye doh sêşem û piştî dawî hatina serdana birêz ya Erebistana Su’udiye, Serok Barzanî û şanda li gel gihiştin Beyrûta paytext û li Firokxaneya Refîq Herîrî ya navdewletî ji aliyê birêz Se’ed Herîrî Serok Wezîrê Lubnanê ve hatibû pêşwazî kirin.