Polîtîk

Giraniya kurdan li Iraqê serekeye

Hewlêr – Elî Bello ji PNA re da xuyakirin, ku serdanên berpirsên Iraqê bi giştî jî yên ber bi derveyî Iraqê ve pozetîv in û bi sûd in. Weha jî da xuyakirin, ku yek ji sûdên van serdanan ew e, ku dê di qonaxên pêş de destwerdana van dewletan di nava kar û barên Iraqê de nebe.

 

Kurd hokarê akincîbûna Iraqê ye

Di derbarê serdana serokê Kurdistanê û serokê Iraqê de ya ber bi Siudîye û Libnanê ve û serdana Nêçîrvan Barzanî ya ber bi Îranê û Turkiye ve, Elî Bello got, ku ev nîşana wê yekê ye, ku kurd hokarê serekîyê akincîbûna Iraqê û serkevtina prosesa siyasîya Iraqê ye.

Rola kesên kurd di Iraqê de

Elî Bello di vê bêjedana xwe de ya ji PNA re weha jî da xuyakirin, ku di qonaxên berî niha jî de kesên kurd xwedî rol bûne û di nava siyaseta Iraqê de rolên erênî û aktîv dîtine. Elî Bello di vê derbarê de behsa rola Celal Talebanî û Hoşyar Zêbarî kir û got, ku ew nûnerên hemû Iraqîyan bûne.


Welatên Erebî jî dixwazin Talebanî serok be

Elî Bello weha da zanîn, ku welatên Ereban jî dixwazin Celal Talebanî serokê Iraqê be û ew bi xwe heta niha jî, xortirîn berendamê  vî postî ye. Elî Bello got, ku Celal Talebanî di maweya van herçar salên derbasbûyî de, bû nîşana yekîtîya Iraqê û yekbûna gotara siaysîya Iraqê û ti cudayî nexist navbera pêkhatên Iraqê de.

Elî Bello got: “Serdana Celal Talebanî ya ber bi Siûdîye ve jî nîşana wê yekê ye, ku Siûdîye piştevanîya Celal Talebanî dike da ku bibe serokê komara Iraqê. Hemû welatên Ereban jî dixwazin, ku Celal Talebanî serokê komara Iraqê be.

Back to top button