Turk peyama aşitiyê da
Enqere- Piştî bûyera qirêj, Ahmet Turk îro ji nexweşxanê derket. Dema Turk ji nexweşxanê derketî daxûyaniyek da û di daxûyani xwe de Turk got: “ Ji Zonguldakê,ji Trabzonê li hemi derên Tirkiye xelk li min geriyan û pirsa tenduristiya min kirin. Dema em hemi bi pirsgirêkan bixwazin bi awayek cidî binirxînin,her tiş baîtir dibe. Dixweyê ku mirov dikare bi hijêkirin hev hemêz bike. Ev jî dibe sedemek bingehîn ji bo çareseriya pirsgirêkan.“
Turk di axaftina xwe de benga aşitiyê kir û xwest ku, herkes bila bi awayek aşitiyane li vê pirsê xwedî derkeve. Turk got: “ Kurd di vê bûyerê de li min xwedî derketin, Tirk jî li min xwedî derketin, Tirkiye li min xwedî deket. Carna musibetek gelek tiştên bi xêr li gel xwe tine.“
Turk berdewambûna daxuyaniya xwe de got: “ Dema ez di nexweşxanê de gelek kes li min geriyan, ez dixwazim spasiya herkesekî bikim ku ev bûyer şermezar kirin.“ Turk nexwest ku kesek di vê pirsê de tundî û tujiyê kar bîne û banga aşitiyê kir.