Cîhan

Wezîrê Derve yê Swêdê: PKK rêxistinek terorîst e

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billström diyar kir ku ji bilî alîgir û xebatkarên PKKê, wê Kurd li welatê wî bên paraztin û got: “PKK rêxistinek terorîst e”.

Piştî ku Swêdê wek 32. endamê NATOyê cihê xwe li baregeha sereke ya Brukselê girt, Tobias Billström bersiva pirsên Kurdistan24ê da. Billstrom di derbarê rewşa Kurdên Swêdê de pirs bersivandin.

Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billström got:

“PKK rêxistinek terorîst e û di qada navnetewî de wek rêxistinek terorê tê qebûlkirin. Di Lûtkeya NATOyê ya li Madrîdê me bi hevalbendên xwe re nîqaş kir û ji bo ku em karibin tehdîda PKK ya li ser Tirkiyê ji holê rakin em dikarin çi bikin. Emê bi Tirkiyê re peymana ewlehiyê îmze bikin da ku li ser vê mijarê bêtir bixebitin”.

Tobias Billström diyar kir ku her Kurdekî li Swêdê dijî dikare xwe ewle bihesibîne û got:

“Tenê kesên ku bi PKKê re kar dikin dikakrin xwe ewle nehesibînin. Ev tiştê tê kirin rast e”.

Back to top button