Tunç: Heke Meclîs biryarê bide, dibe ku rêya namzediyê ji serokkomar re vebe

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di derbarê pêvajoya namzediya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a cara 3.emîn de axivî û got: “Ger Meclîs biryarê bide, dibe ku dîsa rêya namzetiyê ji serokkomar re vebe”.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç, li ser gotina Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan a ku gotibû ‘Ev hilbijartina min a dawî’ ye axivî.
Tunç da zanîn ku ger Meclîs biryara hilbijartina pêşwext bide, dibe ku dîsa rêya namzetiyê ji serokkomar re vebe.
Tûnç got: “Heger TBMM biryara nûkirina hilbijartinê bide, wê ji bo cara sêyem rêya namzetiya serokkomariyê ji Erdogan re vebe. Em bibînin hê wext heye”.
ERDOGAN: EV JI BO MIN FINAL E
Erdogan di axaztina xwe ya dawî de diyar kir ku hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê ji bo wî hilbijartina dawî ye. Erdogan got: “Ji bo min ev final e. Bi raya qanûnê ev hilbijartina min a dawî ye”.
Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç di derbarê mijarê de herweha got: “Serokkomarê me yê rêzdar di hevdîtina bi ciwanan re rêziknameya Destûra Bingehîn bi bîr xist. Li gor xala 101. 5 salan carekê û ji bo 2 dewreyan dikare bê hilbijartin, lê di xala 116an de heke Meclîsa Mezin a Tirkiyê biryara nûkirina qanûnê bide, ger hilbijartin bi biryara 360 wekîlan bê girtin, dîsa rê li ber namzediyê vedibe”.