Civak

Dadgeha Federal di derbarê mûçeyên Herêma Kurdistanê de daxuyanî da

Dadgeha Federal a Iraqê diyar kir ku Wezareta Darayî ya Iraqê wê hemû rêkarên biryara dadgehê ya şandina mûçeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi cîh bîne û got: “Wezareta Darayî biryar da ku mûçeyên meha duyemîn a karmendan bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê”.

Di daxuyaniya Dadgeha Federalî de hat ragihandin ku Wezareta Darayî ya Iraqê biryara Dadgeha Federalî ya şandina pereyan ji bo herêmê bi cîh aniye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Wezareta Darayî biryar daye mûçeyên meha duyemîn ên karmendên Herêma Kurdistanê bê dayîn û wiha hat gotin: “Wezareta Darayî ya Iraqê mûçeyên wezaretên sivîl, kesên teqawidbûyî, saziyên alîkariyên civakî, xizmên şehîdan û mexdûran şand”.

Herwiha hat zanîn ku Wezareta Darayî ji bo dabeşkirina mûçeyan a bi rêya hesabên bankî biryar daye pere ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bişîne.

Di daxuyaniya xwe de, Wezareta Darayî ya Iraqê teqez kir ku 568 milyar dînar ji Herêma Kurdistanê re hatiye şandin, lê ji mehên bê de mûçe tenê bi rêya hesabên bankî ji bo Herêma Kurdistanê tên şandin.

Back to top button