Cîhan

Wezîrê Çîkiya yê derve kurd e

Hat zanîn, wezîrê derve yê komara Çîkê, Karel Schwarzenberg (Þiwartzenberg), bi eslê xwe kurd e û gotiye, heke gazî wî bikin dê bi kêfxweþî serdana Herêma Kurdistanê bike.

Wezîrê berê yê mafên mirov ê Iraqê, Bextiyar Emîn, ji AKnewsê re got, di civîneke navdewletî de, wezîrê derve yê Çekiya, Karel Schwarzenberg, ez vexwendim mêvaniyê. Di mêvaniyê de, parlamentera Iraqê, Sefiye Suhêl, ez û hevjîma min amade bûn.

Emîn, diyar kir, Þiwarzenberg, ji min re wiha got, “Tu dizanî, ez jî kurd im. Bav û kalên me 200 sal berê ji Qefqaziya hatine vir.”

Emîn got, ez ji vê yekê kêfxweþ bûm û hêvîdar im serdana Herêma Kurdistanê bike. Þiwarzenberg, got, kengê wî vexwînin dê bi kêfxweþî serdana Kurdistanê bike.

Þiwarzenberg, berê þêwirmendê serokê berê yê Çîkê, Vatsav Havêl bû û ji sala 2007ê heta 2009ê, wezîrê derve yê Çîkiya bû. Dîsa ji 2010 bû wezîrê derve û heta niha berdewam e. partiya wî niha xwediyê 16% kursiyên  parlamentoyê ye.

Back to top button