Kultur

Birîna Avê derket

Birîna Avê derket

Hunermendê navdarê kurdn Hesen Şerîf ku, bi hunermendê Pêşmerge tê nas kirin, albumeke nû a strana bi navê Birîna Avê, weke diyariya Newrozê bo cemawerê xwe dexist bazarî.

Bi minasebeta derxistina albuma bi navê Birîna Avê, hunermed Hesen Şerîf di daxuyaniyekê de daxazê ji hejêkerên xwe û kompaniyên tomarkirinê dike û albuma wî a nû kopî nekin.

Hesen Şerîf dibêje:

 Bi dilekî pirî hest û raman, pirî hîvî û umêdên helatina rojên şad,  azadî ü bextewerîya miletê xwe li her derê, Albuma min a nû bi navê Birîna Avê dikim dîyarîye bo hemû guhdaran.

Me kedek bê hempa, renceka bê pesin, janeka domdirêj û qurbanîyek mezin di amadekirina vê albumê de ku, layiqê we dibînim, kêşa. Mixabin gelek kes û tomargeh bêy destûr û wijdan, keda me dixun û hunera me bê pergal, bê kalîte û karekter dikin. Hîvîdarîn ku, gelê me êdî wê kultura kopîkirin û sextekarîya berhemên me ne pejrînin û bêy destûr liser internet belav nekin.

Ji bo gelê me yên ji dervey welat, Niha hûn dikarin bi rêya ITUNES li ser Smartphone (Iphone), Albumê ji xwere bikrin li jêr navê Birîna Avê.

Hîvîdarim deng, peyv û melodîyên Birîna Avê, dilê we şad bike. Serkeftin ji bo gelê me li her ciyê lê bin. 

Ligel silavên birayê we Hesen Şerîf

Balkêş e ?
Close
Back to top button