Polîtîk

Wezareta diyanetê bersiva waliyê Mûsilê da

Piştî ku waliyê Musilê Esîl Nucefî kurdan bi wê çendê tometbar kir ku qaşo mesihiyan dikujin û gef li mesihiyên li Musilê dixwin û paşî jî daxwaz kir ku derbarê sedema derxistina û kuştina mesihiyên Musilê de lêkolîneke navdewletî bê kirin, Xalîd Cemal Elbêr birêveberê giştî yê karûbarê mesihiyan li wezareta diyanetê ya herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de gor  ku waliyê Musilê Esîl Nucefî û Lîsteya Hedbayê ku hukimdariya Musilê dikin, sedema yekê ya gef û qetl’ama mesihiyên Musilê ne û ji bo mesihiyan, herêma Kurdistanê aramtirîn navçeya Iraq û rojhilata navînê ye.

Elbêr got:”Bi hezaran malabatên mesihî li navçeyên jêrdestê hikûmeta Bexda nemaze jêrdestê Lîsteya Hedbayê ji tirsa kuştin û gefa berdewam, reviyane hatine herêma Kurdistanê û nuha li vir bi azadane dijîn. Hikûmeta herêmê jî li gor hêz û karîna xwe hevkariya mesihiyan dike.“

Back to top button