Wezarata kar û karûberên civakî bi daxuyaniyekê roja yekê gulanê li karkerên Kurdistanê pîroz kir
Daxuyaniyên çapemeniyê
Wezarat kar û karûberên civakî ya hikûmeta herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê roja yekê gulanê cejna karkerên cîhanê, cejna karkerên Kurdistanê pîroz kir.
Wezareta kar û karûbarên civakî di daxuyaniya xwe de dibêje:
– Bi minasebata yekê gulanê cejna karkeran, germtirîn pîrozbahiya pêşkeşî tevaya karkerên cîhanê bi awayekî giştî û karkerên Kurdistanê bi awayekî taybetî dikin. Daxaz jiyaneke serbilind û bidestvehatina armancên kakeran, ji bona ber bi pêşvebirina karwanê pêşketina herêma Kurdistanê, dikîn.”
wezarat kar û karûbarên civakî di daxuyaniya xwe de behsa dîroka xebata karkerên cîhanê ji bona bidestxistina mafên wan dike û dibêje ku pêşketina mirovayetiyê li ser destê karkeran bidest ve hatiye û her li ser dest û bi hizr û baweriya wan ew pêşketin roj bo rojê pêş dikeve.
– Em li wezareta kar û karûberên civkî bi hevahengî digel aliyên din yên peywendîdar û sandîkaya karkeran, ji bona baştirkirina rewşa jiyana karkeran, dabînkirina xizmetên pêwîst bo wan, guncandina karî digel şiyanên fîzîkî û hizrî yên kakeran, peydakirina karî û dabînkirina mafê teqawîdiyê ji bo karkeran, bi cidî û berdewam dixebite.
– Bi destpêşxeriya wezareta me ya berê, serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanû li ser qanûna karî li herêma Kurdistanê û qanûn teqawîdê razî bû, ev jî li gor qanûn û tewsiyên ku digel rewşa îro ya herêma Kurdistanê minasib bin, rê dide karkeran ku wan jî mafê wergirtina parçek zeviyê ji bo avakirina xaniya hebe.