Îranê li Surîya û Israîlê Tehdît kir
Li ser çêkirina çekên atomî nevbera Amerîka ,Israil û Îrana roj bi roj xirabtir dibe. Amerîka û Israil gelek caran bi vê minasebetê bala Îranê dikşînin. Herweha bi arikariya Îran û Suri hizbulah a Libnanê re jî dike Amerîka û Israîl ne rihet dike.
Ji bo van her du sedeman gelek caran tê gotin ku ihtimala Israîl êrîşê Îranê bike geleke. Van rojên dawî dema wezîrê bergirî yê Amerika serdana Israîl kirî, eşkere da xuyakirin ku Îran û Surî çekan dide hizbulaha Libnanî û çêkên di destê hizbûlahê de heyîn dibe sedema nexweşiya herî mezin di navbera Israîl Filistiniyan de. Herweha Israîl da xuyakirin ku eger surî pişgiriya Hizbullaha Libnanî bike û ew êrîşa bînin ser Israîl, dê ew jî bersiva Surî bidin.
Li ser van bûyeran û daxuyaniyên Amerîka û Israîlaçl,cîgirê yekem yê serokê komara Îranê Muhemmed Riza Rehîmî serdana Surî kir. Rehîmî di daxuyaniyek ya xwe de da kifşkirin ku; Eger Israîl êrîşekî bibe ser surî emê lingên Israîl bişkînin.