Civak

Wesayeta leşkerî li ber mirinê ye

Li Tirkiye rewşa leşkeran bingehîn tê guhertin. Li gora nûçeya rojnama Taraf, dê baregeha giştî ya serferamdariya hêzên çekdar bête guhertin û nave wê dê bibe baregeha  wezareta Bergiriyê.

Piştî hukumetê 3 general dest ji kar kişandin û selahiyetên wan tev ji wan girtin, li Tirkiye di nav leşkeran û hukumeta Ak-Partiyê de gengeşek din yan jî şerek binav destpêkir. Hukumet zorê dide leşker û dibêje hun dezgehekin di bin insîyatîfa hukumeta sivîl de ne. Lê leşker naxwazin ew destkevtiyên ji avakirina cumhuriyetê heta niha xwedîne ji destê wan derbikeve.

Îro serokwezîr Erdogan daxuyaniyekî de da kifşkirin ku, dive leşker cihê xwe bizanibin û dema pêwist be em di çerçova qanûnê de hinek leşkeran ji karên wan dûrtêxin. Eger ew bi rêya dadgeha temîz a leşkerî bixwazin biryarên wezîran qebûl nekin, em dê hê vekirîtir hinek tedbîran bistînin. Bila herkesek di çerçova qanûnan de cihê xwe bizanibe.

Li gora Yekitiya Ewropa pêwist dibîne pêwendiyên hukumetê û leşkeran ji nûve li ser bingehekî tê tertîp kirin.

Back to top button