Cîhan

Ev jin dikare hukumeta Italya hilweşîne

Wezîra hukumeta Îtalyayê ya wekheviyê Mara Carfagna, da xuyakirin ku belkî dev ji wezarêtê berdê. Serokwezîrê Îtalya Silvio Berlusconi, di kokteylekî de Mara Carfagna naskirîbû, ewil ew kir parlementer û dema hukumet ava kir ew kir wezîr di qabîneya xwe de.

Mara Carfagna, da xûyakirin ku di nav partiya wan de şerek heye. Heta îdia dike ku, hinek gêrêdanê mafia li gel hinek parlementeran jî hene. Ji bo vê yekê biryar daye ku 15-ê meha 12 a 2010-ê dev ji parlementeriyê û postê wezaretê jî berdê.

Dema ew dev ji parlementeriyê bedê rewşa partiya serokwezîr aloz dibe û îthtimala çêkirina hilbijartinek awarte jê derdikevê holê. Silvio Berlusconi gelek hewl dide ku, wezîra wî dev ji postê xwe bernedê.

Li gora nûçeya rojnama Italî Corriere Della Sera, Mara Carfagna  di biryara xwe de, israr dike û guh nade israrên serokwezîr. Mara Carfagna li gel hevalê xwe cihekî behnvedanê dike.

Back to top button