Polîtîk
Gul: Çareseriya pirsa kurd dereng nekin
Abdullah Gul serdana Swisre kir. Di balefire de bersiva pirsên rojnemevanan da. Di derbarê hilbijartina û pirsa kurd de bersiva pirsekî da û got: Heja roja hilbijartina bi temamî ne kifşe. Divê ji bo çareseriya pirsa kurd ji berî hilbijartinan hinek gavên berbiçav bêne avêtin. Gul berdewambûna axavtina xwe de got: Ez ne wê baweriyê de me ku, dê hertiştek bisekine. Lê çikas deng ji çekan newê, çikas tundî bisekine dê ewqas bawerî pêyda bibe.
Gul da xûyakirin ku, Tirkiye normalîze dibe, serdana serokê CHP-ê Kiliçdaroglu ya Diyarbekirê jî di vê çerçovê de nirxand.