Kultur

Weşanên HAN bi 21 Pirtûkan Newrozê pîroz dike

Weşanxaneya Han jibo diyarî ya Newrozê projeya 21 Pirtûkên Kurdî  pêk dihîne
Li gor ragîhandina edîtoriya Weşanxaneya Hanê, di nav meha Adarê de 21 pirtûkên Kurdî yên wêjeyî, lêkolînî û ramanî wê derkevin pêşberî xwendevanên Kurd. Beşek ji van pirtûkên (10 heb) ku hatine plankirin, di roja 21 Adarê de derketine, û her wisa yên mayîn jî wê heta dawiya mehê wê bihên weşandin. Jibo vê yekê jî di van navberan de di weşanxaneyê de xebateke bê sekan dihête kirin.

Pirtûkên ku derketine ev in:
1. Heval X – roman – Husên Kartal
2. Elî Herîrî – vegotin- Abdusamet Yîgît
3. Ev agirê evînê me dihelîne – helbest – Mewlana Celaledînê Rûmî – werger: Husain Muhammed
4. Çemê Keseran – helbest – Zeynel Abidîn (helbestên giştî dîwana yekê)
5. Yekîtiya Ewropa û Rastiya Kurd -lêkolîn – Ahmed Dere
6. Neqşek ji Agir – çîrok – Kawa Şêxê
7. Şahmeran – Çîrok- Abdusamet Yîgît
8. Folklora Zimanekî Birîndar – Lêkolîn – Ayhanê Bêrtî
9. Newala Qeseba – Belge/Tirkî- Günay Aslan
10. Feqiyê Teyran – 2 –  Roman – Abdusamet Yîgît

Edîtoriya Weşanxanê dide zanîn ku li gor plansaziya wan heta dawiya meha Adarê ew dê 21 pirtûkan bi tevayî çap bikin û wek kampanyayeke ziman û wêjeya Kurdî jibo nasandina van berhemên xwe li Ewropa û bi taybet li Almanya cîhên ku gelek Kurd û Kurdistanî lê dijîn, dest bi bizavên çandî bikin.
Edîtorê weşanên Han dide zanîn ku ew bi hemî hêz û derfetên xwe ve  rê li ber nivîskar û xwendevanên Kurd vedikin ku ew demên dirêj yên wendakirî jibo pêşkeftina ziman û wêjeya Kurdî bihête telafîkirin. Edîtorê weşaxanê Zeynel Abidîn Han di derbarê vê kampanyaya Newrozê de wisa diaxife:
“Em xwe wek xwedî mîsyoneke girîng û elzem dibînin û jiber vê yekê jî efora kar û barên me ne yên wek weşanxaneyên miletên din in. Bi taybet di berhemên gramer, felsefeya zimanî, rêbazên hîndekarî û pirtûkên zarokan de û bi taybet jî wêjeya zarokan de divê em gelek xebatan pêk bihînin. Piştî vê kampanya me, di nîva sala 2011 heta dawiya salê jî me plan heye ku weşanxaneyeke taybet jibo ziman, hîndekarî û wêjeya zarokên Kurdî bidamezîrînin û berhemên girîng û pêwîst biweşînin.”

Weşanxaneya Hanê ev 4 sal in ku li Berlîn karê weşanên Kurdî dike û heta niha nêzîkî 80 berhemên Kurdî weşandine. Di nav van berheman de roman, dîrok û berhemên wergerî cîhekî girîng digre.

Navnîşana têkelî û daxwezkirina pirtûkan:
[email protected]
www.evra-kitap.com
Weşanên Han
Cranachstr. 62 -12157 Berlîn/Almanya
Tel: + 49 30 47987052
Fax: + 49 30 47987054
 
KNN/Nahê Xan

Back to top button