Tekoşerek hêja ji nav me çû

Ji bo malbata xwedê jê razî Cewher Namik Salim

Bi dilekî pir xemgîn me xebera wefatkirina tekoşerê hêja kek Cewher bihîst. Ez bi nûçeya nexweş gelek xemgîn bûm. Min dostek xwe yê gelek kevin hevalek hêja û kesayetek berz winda kir. Min zehmetiya wî di rêya xebatê de dît. Kek cewher kesayetek xwedî nirx û dostê dostên xwe bû.
Mixabin îro em piştî çûyîna kek Cewher behsa wî dikin. Lê herkesê ku Cewher Namik nasdikir, dizaniya ku ew çikas di kar û xebata xwe de bi prensîb e û çikas ew berjewendiyên netewî li ser hertiştekî  re digire.

Wefata kek Cewher ji bo tevgera kurd winda bûnek mezin bû. Tekoşerek hêja yê rêbaza Barzanî ji nav me çû.
Bi vê minasebeta xemgîn, sersaxiyê li malbata kek Cewher, heval û hogirên kek Cewher dikim. Ez bi navê xwe û navê malbata xwe şirîkatiya xem û êşa  malbata kek Cewher dikim. Bila rehma xwedê lê bê û cihê wî biheşt be. Xwedê sebrê bide kes û karên kek Cewher Namik.

Li gel rêz û silavên dostanî..

Mêcerê Egîd
23.Adar.2011

Nerîna min :