24'ê Adarê
24’ê Adarê
Di sala 1394’an û di rojekî wekê îroyê de Timurleng, bajarê Amedê dagir kir.
Împaratoriya Mongolan Tîmurleng yek ji bajarên herî kevn ên dîrokê Amedê dagir kir. Piştî 123 salan dagirkeriyê Padîşaha Osmaniyan Yavz Sultan Selîm di şerê qadê yê Çildêranê de bi ser ket û Amed vê carê jî ji aliyê Osmaniyan ve hat dagirkirin.
Tîmûrleng
Tamerlane (ya jî Tîmûr) (bi kurdî: Tîmûrleng (ango Tîmûrê ku leng e, lingekî wî leng-kût-seqet bû)) (1328 li Keş; 18’ê reşemiyê 1405 li Çîmkent) yek ji keyê Tirk-Mongolan ê navdar e.
Bi zilm, zordarî, barbarî, talankeriya xwe tê nasîn. Çavkaniyên Rojavayî wî wekî Mongol binavdikin lê Tirk dibêjin ew bi eslê xwe Tirk e û wî wekî keyekî, mezinekî Tirkan nîşan didin û pesnê wî didin. Tîmûrleng heya parçeyekê Kurdistanê jî dagir dike û di serdariya xwe de tirs xofeke mezin li ser şaristaniyên herêmê dihêle. Cihê ku artêşên Tîmûrleng lê derbasdibin kevir li ser kevir nedima. Hemî pirtûkxane dirûxand, hemî dewlemendî talan dikir. Di diroka devkî ya Kurdî de derbarê zilma Tîmûrleng de gelek gotin hene. Bi kurtî Tîmûrleng bi barbariya xwe di dîrokê de ciheke mezin girtiye.