Termê Cewher Namiq sibe bo Kurdistanê tê şandin

Termê têkoşerê koçkirî Cewher Namiq Salim sibe ji Swêdê bi riya firokexaneya Hewlêrê digihe xaka Kurdistanê.

Çavkaniyeke agahdar bo Rûdawê ragehand, sibe termê têkoşerê koçkirî yê Kurd Cewher Namiq Salim, bi firokeyeke taybet bo Kurdistanê tê şandin û rêûresma fermî bo pêşwazîkirinê tê rêkxistin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokayetiya parlamentoya Kurdistanê di pêşwazîkirina termê koçkirî de amade bibin.

Cewher Namiq ku di sala 1946an de li gundê Berlût ê qezaya Kelar ji dayik bûye, di salên 60an de tevî karê siyasî bû, qadiro û pêşmergeyekî diyar ê şoreşa Îlonê bû û yek bû ji serkirdeyên diyar ên Serkirdayetiya Demkî ya PDKê di navbera 1975-1979an de. Di sala 1992an de bû yekemîn serokê parlamentoya Kurdistanê, dû re bû sekreterê polîtburoya PDKê, di sala 2003an de ji karê hizbî kişiya û berdewam helwêst û nerînên xwe li ser rewş û bûyerên siyasî didan, çend kitêbên wî yên çapkirî û li ber çapê jî hene.

Koça dawî ya Cewher Namiq, xemeke mezin li cem xelkê Kurdistanê bi giştî çêkir, ji ber weke pêşmergeyekî aza, siyasetvanekî jêhatî, berpirsekî destpak û nivîskar û çavdêrekî siyasî yê rexnegir di nav xelkê de dihat naskirin.

Nerîna min :