Weqetîna Rê
Em hejmara mirîyan zanin, lê li Sîlvanê çi qewimî, em baş nizanin. Di dafa Sîlvanê de 13 esker jiyana xwe ji dest dan, 7 PKKî jî bi mirî hatin desteser kirin. Bi tevahî 20 can, 20 gencê ciwan mirin. Ji wan 5 kesên PKKî tu kes nizane ku kînin. Medya PKK destnişan dike ku, ew 5 kes endamê HPG’yê nînin. Ew kes qontra yên ku kincê HPG’yê lixwe kirine nin.
Ev şer, di êrîşa Dağlıcayê û Aktütünê de, çalekîyên Dörtyola Hatayê de zêdetr qirêj bû. Her pevçûna ku derdikeve holê, li pişt xwe gelek pirsên ku, her du alî jî nikarin bersiv bidin dihêle.
Eskerê herî piçûk ku li Silvanê Şehît ket di sala 1991’an de ji dayîk bûye, yê herî mezin jî di sala 1984’an de jidayî bûye. Piştî ku ev xebera xemgîn li welat belav bû, hêstir ji çavan barîn. Dema ku, cenaze hatin defn kirin, hawarên Kurdî û Tirkî dilan şawitandin.
Piştî bûyera Sîlvanê rewşa sîyasî ya Tirkeyyê berawajî bû. Ji xwe armanc jî ev bû. Berewajî kirina rewşa sîyasî bû.
Armanç, pirsgirêka Kurd ya Tirkeyyê ji tevî hemî kêmasîyan ji rewşa sîyasî derxin, bixin rewşa tundîyê.
Armanç, muzakereyên ku, di nav Öcalan û Dewletê de berdewam dike, bê encam bêlin. Wek din, ji Öcalan re sipasî pêşkeş bikin û ji îro pêve, rêya xwe bi mixatebek din ve berdawam bikin.
Armanç, asteng kirina stranê Aynur Doğan yê bi Kurdî û Tirkî ye.
Hemwelatîyên Kurd yên li rojava dijîn û Tirkan derxin hemberê hev. Koç berewajî bibe. Kurdên ku li rojava dijîn vegerin rojhilat.
Bi kurtasi em karin wisa bibêjin ku, di vê dema ku, Öcalan wek mixatap tê girtin de, hejmara parlamenterên BDP’ê ji 22 derketine 36’an de, dixwazin Turkeyi vegerînin paşerojan, wek wan rojên tarî û tundîyê.
Ji sala 1984’an heta 2000’an, bi stratejîya ku, ji alîyê eskeran hate meşandin ve, PKK bi 2.5 milyon deng ve vegeriya tevgerek sîyasî.
Li gor paradîgma ya nû, bi îlan kirina Xweserîya Demokratîk, dixwazin ku, di warek nû de şer bigrin ber çavan û PKK desteka gişî kurdan bigere.
Gelo, Kurd wê vê plana nû, vê şerê nû qebûl bikin, mimkûn nîne ku em vê yekê zanibin.
Tecrûbe û aqilê hevpar, dibêje ku, mîrov gere vê dawetîyeyê qebûl neke. Divê tevî hemî tiştê, divê mîrov di warê demokratîk û sîyasî de berdewam bike.
Bûyerên ku di pirsgirêka Kurd da dijîn bi rastî jî eve; ev veqetadina rê ye.
Çalekîya Silvanê xeynê destpê kirina vê stratejîya nû tu tiştek nîne. Roja ku, ev çalekî pêk hat. Li Diyarbekirê îlan kirina Xweserîya Demokratîk jî, nişan dide ku, wê bi ser startejîya nû ve biçin.
Ji ber vê yekê, Sîlvan ne wekî di pêvajoya çareserîyê de, wekî qezaya habûrê nîne ku, were telafî kirin.
Êrîşa sala 1984’an ya Erûhê ji bo pirsgirêka Kurd çawa wek milad e, Silvan jî wisa milad e.
Wek Ahmet Altan jî got, êdî Kurd divê bi şiklek eşkere biaxifin. Tu guman tune ku, hinek Kurd wê di vê veqetandina rê de, li hêla PKK cîhên xwe bigrin. Piştî wî wê çi bibe jî eşkere ye.
PKK helbet baş zan ku, şerê bi dewletê re, di welatê ku li wê Xweserbûna Demokratîk hatiye îlan kirin hêsan nîne. Wê bi sed salan berdewam bike.
PKK hedefek nû danî hemberê Kurdan, difikire ku, tiştên ku bi rêya şer qezenc bike, wê bikşîne kada navneteveyî. Bi vê şiklê, him Kurdên ku li Rojava dijîn jî, wê vegerin Kurdistanê.
Psîkolojîya netewehîya Kurd, tevî hemî tiştan tu car normalîze nebû. Venegeriya qada sîyasî û demakrasîyê. Psîkolojîya netewehîya Kurd bi tundîyê xwedî dibe. Ew qas ki, di rojek de 20 kes jiyana xwe ji dest didin, tenê kêfnexweşiya xwe û xemginîya xwe beyan dikin. Lê ev xemgînîya mezin jî wan ji biryara wan ya sîyasî paşvenagerîne.
Ez merak dikim, dema ku 800 delegeyên DTK’yê di vê salonê de kom bûn, piştî ku ji Sîlvanê xeber hat çi hîs kirin.
Gelo ji wan delegeyan kesek ra bû û got ku, di rojek wisa de, em xweserîya demokratîk ku tevgera sîyasî ya Kurd dike rewşek nû îro îlan nekin. Di dewsa wî de, em 2 roj şîn îlan bikin. Ya jî di hêje tu kesî de tiştek wisa derbas bû. Ez qet texmîn nakim ku, yek wisa bifikire.
Heke di navbera du ‘eşîran de jî şerek wisa pêk bihatana û ew qas kes bimirîyana, jiyan wê bisekinîyana, yên ku mirine ji kîjan ‘eşîr bana ferq nedikirin, wê şîn bihatana îlan kirin.
Kurd helbet civakek ku, tundîyê wek ol dibînin nînin. Lê aktorên ku, di Sazîyên Sîyasî yên Kurd de cîh digrin, mecbûrên ku şîdetê meşrû dibînin. Ev rêz berdewam e.
Ahmet Altan mafdar e. Divê êdî Kurd biaxifin. Lê divê êdî Turk jî biaxifin.
Hinek Xatûnên Tirk ku, di tekoşîna rûmetdar ya Kurdan de, tu rola wan tune, ji seba ku CHP û BDP sond naxwe kêfxweşin û MHP jî sond xwariye xemgînin. Ev Xatûnên niviskar ku, cûdatîya di navbera dawetkirina Parlementerên Kurd ya meclîsê û dawetkirina bê rûmet fêm nake jî divê xeber bidin.
Di dema ku, Şivan me nikaribû qala vegerîna wî ya Welat bikirana. Di dema ku, stranê xwe di wesaîtên polîsan de, bi megafona digotin, Muhsin Kızılkaya û Orhan Miroğlu bi parêzeran re diçûn başarên Kurdan. Ew çax mûhîpên Kurd yên sexte jî nîyeta wan ya rastî, tevgera Kurd bi îdolojîyek sexte dixwestin aşî bikin. Bi van aşîyan, tevgera Kurd çawa xera kirin divê Kurd û Turk tev biaxifin.
Rewşenbîrên Tirk û Kurdan divê, Ergenekon û İttihata nû, di dewsa tekoşîna Kurdan ya meşrû de, dixwazin kî bigrin jî biaxifin.
Divê Tirk û Kurd biaxifin. Ji seba xatirê dost û hevalên xwe yên kevn ku bisalane xeber nadin êdî bi dawî bikin.
Wek Hasan Cemal jî got, Dîrok li ser milê 50 serokwezîran e. Em di xalek wisa da ne ku, em nikarin Serokwezîr li hemberê d îrokê bi tenê bihêlin. Çimkî destê dîrokê yê din jî li ser milê me ye.(xeberênkurdî)