Civak

Hûnêrmenda Aynur tenê nehêliştin

Li Stanbulê di çerçova festivala muzika Caz de şêv têne çêkirin û starn têne gotin. Li Harbiye cardin şevek hebû stran dihatin gotin. Dema dengbêja kurd Aynur derket û dest strana kurdî kir, gurubek nijadperest di nav xelkê temaşevan de rabûn û Aynur protesto kirin. Şûşên avê û tişt avêtin dengbêja kurd. Aynur nekarî strana xwe bêje. Mecbur bû ji ser sahnê çû. Nijadperestan Îstiqla Marşi(siruda tirkana qewmî) gotin.

Ev bûyer di nav hûnêrmend û beşên din yên civatê de gelek hate gengeşekirin. Li Stanbulê hinek hûnêrmend hatin ba hev û li ser bûyera Aynur civînek pêkanîn û di encama vê civînê de daxuyaniyek ji bo raya giştî ragihandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dengê strana qut nekin , dengê çekan qut bikin. Herweha di daxuyaniyê de tê gotin ku, ew pişgiriyê didin Aynur Dogan û dê ev gurub ji bû aşitiyê çelakiyên din jî pêkbînin.

Back to top button