Cîhan

Amerîka li gel nûnerên Kadafî civiya

Li Libyayê şerê hêzên Nato û desthilatdariya Muamer kadafî berdewam e. Rojane Nato êrîşên giran dibê  ser Kadafî. Eve nêzikî 6 mehên bi dijwarî şerê Rejima Kadafî tê kirin. Lê niha Amerîka dest dayîn û standinê li gel desthilatdariya Kadafî kir.

Nûnerên Kadafî û Amerîkî li gel hev civiyan. Di derbarê civînê de dîplomatek ji wezereta Derve ya Amerîkî da xuyakirin ku, ew tenê dixwazin Kadafî ji dev desthilatdariya xwe berdê û herê. Herweha da xuyakirin ku wan di hevdîtinade ev yek ji nûnerên Kadafî re gotine.

Ji aliyê din berdevkê hukumeta Libya Musa Îbrahim di daxuyaniyek ya xwe de got ku,ev hevdîtin gaveke ku pêwendiyên li gel Amerîka hatîn xirab kirin ji nûve bê avakirin. Herweha da xuyakirin ku, her çareseriya ji bo Libya bête ditin em amadene guftogu bikin. Lê ji derve li ser Libya biryar bêne dayîn em vê yekê qebûl nakin. Bila bihêlin Libya ji bo pêşeroja xwe biryarê bide.

 

Back to top button