Nivîsar

Weke kurdek ez bi kuştina Qezafî xemgîn bûm

Weke kurdek ez bi kuştina Qezafî xemgîn bûm

Piştî berî çend rojekan Memer Qezafîê serokê Lîbyayê, bi destê wî xelkê lîbyayî yê ku jê re dibêjn şoreşgêr, bi şêweyekê dirrndane hate kuştin. Kuştina Qezafî di nav kom û civatên kurdan da gelek dîtnên cuda cuda tên diyarkirn.

 Yek ji arêşeyên me kurdan ewe ku, dagîrkerên welatê me, wisa li me kirye ku gelek cara pêdvî nîne em hizra xwe di tiştan da bikin û biryara xwe li ser bidin, belkî em bûyne çavlêkerên wan û ew hizra ew diken, hizra me ye jî û ew biryara ew didin, biryara me ye jî.

 Bo nimûne, dema di salên 1990î de Amerîkayê xwe amade dikir li Îraqê bide,  ereban berdewam digotin: Lêdana Îraqê ji alîyê Amrîkayê ve ne di bejewendîyê de ye û dê bibe sedema parçebûna Îraqê. Helbet mexseda ereban ji (parçebûna Îraqê) jî rzigarbûna Kurdistanê bû. Di sala 1997ê de, di rojnameyeka kurdî da ku, li başûrê Kurdistanê dihat weşandin, ber bi berçavên min kefit ku ya nivêsî (Em li dijî lêdana Îraqê ne, çunkê dê bibe sedema parçebûna Îraqê.)

 Vêca îro jî dîsan em tûşî vê sergêjîyê bûyne ve.

 Çawa ereban guhurînên xwe yên (dîkitatorekî bi dîkitatorekî xrabitr) bi Bihara Erebî bi navkirn, me kurdan jî bihar îna lêvê û li ber dehol û zornaya wan em keftîne govendê.
 Li demekî ku ev guhurînên han, her çende herfandina desthelata hindek dîkitatoran jî be, lê bi dîtna min rewşa van welatan piştî van guhurrînan dê gelek ber bi xerabtiryê ve biçe.
 Ji ber ku alternatîvê wan tenê hêzên îslama siyasî ya tundirewe û encama wê jî nimûna şorşa Îranê ya 1979ê li pêş çavên me teva ye.

 Bi taybet dema axfitin tê ser kuştina Qezafî, dîsan gelek kurd li gor teoriya (Bihara Erebî), bi kuştina wî dilxweşin û wê bi serkeftineka mezin dizanin û gelek jî wî şêwê hovatîyê dûr ji hemû rewştên mirovatîyê ku, pê hatiye kuştin jî, bi karekê normal û şoreşgêrê dizan in!

 Bi dîtna min kî bi kuştina Qezafî dilxweş bibe bila bibe, lê divê kurd her pê dilxweş nebin û hind nan heram jî nebn. Jiber çend egerekan:

Yekem: Kesek nikare helwestên başên vî kesî beramber kurdan înkarbike. Qezafî her ji destipêka salên 1980î û heta ku hatye kuştin jî, bi manewî, pare, çek û ragehandinê, berdewam piştevaniya doza kurdî kirye. Eve di demekê da ku, rojhelat û rojava, îslamî û neîslamî hemû dijminên gelê kurd û şoreşa wî bûn. Yê dijmin jî neba bi çi şêweyekî yê amade nebû berjewendîyên xwe digel dagîrkerên Kurdistanê têk de û xwe nêzîkî kurdan bike.

Duyem: Başe heke her li destipêkê şoreşgêr xelkî kevil biken, gelo ev kesên ku bi kuştina Qezafî  kêfxweş in, ew dizanin dê piştî Qezafî çi li wî welatî çê be û çarenvîsa wî welatî dê berev kûve biçe?

 Sêyem: Kesê hindî me kurdan di hemû dîroka xwe da qirkirn, eşkence  û malwêranî nedîtiye.  Ji ber hindê em ji hemû xelkê dî pêtir jana hovatî û kuştinên dûr ji mirovayetîyê dizanin.  Heta ku hovtirîn û xwînxwartirîn dijminê me, Sedamê faşst jî, me ne viya wî wekî Qezafî kevil bikin, belkî me hemûyan daxwaza dadgehkirneka dadperwerane bo wî dikir ta ku, li gor hemû qanûn û pirensîpên cîhana demokratîk,  geheştye sizayê xwe yê adil.

 Vêca ez nizanim çima ji hemû miletan em kurd dê  bi vî şêwê kuştina hovane kêfxweş bin?

 Ez bi xwe digel hindê bûm Qezafî her ji destipêka  serhldanê dest ji deselatê berde, wekî serokê Tunsê bike. Lê dîsan jî, wekî kurdek ku vî mrovî di rojên teng û dijwar da serê xwe li ser me êşandiye, bi kuştina wî, bi taybetî bi wî şêwê dûr ji hemû rewştên mirovayetîyê, xemgîn bûm.

Rizgar Kêsteyî

Back to top button