Barzanî: Min peyama aşitî û biratiyê ji we re aniye
Mesûd barzanî serokê Kurdistanê duhî serdana bajarê Kerkûkê kir û li wir digele civata wîlayetê û hemû pêkhatên Kerkûkê civiya Barzanî di civîna xwe de tekîd li ser pêkvejiyana bi aşitî û biratî di navbera hemû neteweyên Kerkûkê de kir û got: Min peyama aşitî û biratiyê ji we re aniy. Ev li jêr teksta axaftina serokê Kurdistanê:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Xuşk û birayên azîzên Kerkûk bi kurd, tirkmen, ereb, aşûrî û kildan! Em hemû birayên hev in û welatiyên vî welatîne. Pêwîste wiha li Kerkûkê bikîn ku bibe mînaka pêkvejiyana neteweyî, olî û mezhebî û me tu çareseriyeke din jî tûne, ji bilî wê yekê hevdû qebûl bikîn û li baştirîn awayê bigerîn ji bo pêkvejiyanê û avakirina vî bajarê bênaz ku çendîn sale tûşî sîtem û guherîna demografîk bûye. Eve ji bilî çendîn reftaran ku bûye sedema têkçûna struktura civakiya vê wîlayetê û bi taybetî li vî bajarî pêwîste em jî wê têkdana hatiye kirin baş bikîn.
Xuşk û birayên delal
Gelek xweşhalim ev derfet ji bo min çîbû ku bême bajarê we yê delal, bajarê Kerkûkê, û hatina min ji bo wê yekê ye ku peyama birayetî û aştiyê bînim. Herêma Kurdistanê bi çavekê birêz ve li hemû xelkê Kerkûkê temaşa dike, êdî çi kurd, çi ereb, çi tirkmen, çi aşûrî, çi kildan û her kesekî din be ku li vî bajarî û wîlayetê da jiyaye. Em hemû birayên hev in û welatiyên yek welatîne. Berê tiştên gelek xerap li vî bajarî de hatine kirin û xerapiyeke mezin beramberî hemû aliyek jî hatiye kirin. Erkê weye û erkê meye jî hevkariya we bikîn bo ku wan pirsan çareser bikîn. Bi qebûlnekirina hevdû tu pirsek nayê çareser kirin. Divê em hemû hewla wê yekê bidîn Kerkûk bikîn mînaka pêkvejiyanê û ji bo hemû aliyekî diyar bikîn ku kurd, ereb, tirkmen, kildan û aşûr ku li Kerkûkê ne dikarin pêkve bijîn, çi hêzên Amerîkayê li vir bin yan na yan hêzeke din divê hun ji bo hemû dinyayê diyar bikin ku hûn dikarin îdareya xwe û îdareya bajarê xwe bikin û divê hun nehêlin daxwaza hinek aliyan bê holê ku belê pirseke mezin li vî bajarî de rû dide.
Ez bi navê Herêma Kurdistanê bi we radigihînim ku em ji bo hemû hevkariyek amadene û min hejmarek ji birayên wezîr jî aniye bo ku ji nêzîk ve guh li pêşniyarên we bigrin û em bi erkê xwe dizanîn yarmetiya we bidîn. Eger yarmetiya me ji bo we pêwîste û li desthilata me da bê çawa xizmeta Hewlêr, Silêmanî û Dihokê dikîn wiha jî em dixazin xizmeta Kerkûkê jî bikîn û bawer bikin wiha jî em dixazin xizmeta Bexda, Mûsil, Basra, Necef, Rumadî û hemû bajarên dinê Iraqê jî bikîn û eve jî weku Herêma Kurdistanê ji bo me serbilindiye. Ew xizmeta di warê kehrebê de ji bo bajarê Kerkûkê hate kirin cihê şanaziyê ye û em amadene her çi li şiyana me da hebe li gel we pêkve bikîn.
Bi helwestên tund û daxuyaniyên tund tu tiştek nayê çareser kirin. Em hemû li Kerkûk û bajarên din yên Iraqê jî pêkve dijîn. Herêma Kurdistanê beşeke ji Iraqê, lê belê em hemû dizanîn di destûra Iraqê da hatiye diyar kirin ku, Iraq welateke ji çend neteweyek pêkhatiye welatekî fireh neteweyî û olî û mezhebî ye eve tiştekî gelek sirûştiye. Neteweyê duyem li Iraqê neteweyê kurd e li gel rêzên min ji bo hemû neteweyên din û her neteweyek jî taybetmendiya xwe heye. Lê belê Iraq welatê me hemûyane. Me ku qebûl kir di çarçêweya Iraqê da bimînîn bi biryara parlamentoya Kurdistanê bû ku ji nûnerên gelê Kurdistanê pêkhatiye. Lê belê di Iraqekî de çawa? li Iraqekî Demokratîk û Federal.
Dûrî ji dirûşm û atîfe û dûrî ji her hestiyariyek, tu yekgirtinekî bi zorê li ser nagire û tu cûdakirinekî bi zorê jî li ser nagire, eger çend sal jî berdewam bibe tenê divê bi rizamendiya wan welatan be ku bi pêkve têda dijîn, nexwe aliyek desthilat û şiyana xwe hebe û desthilat bi dest ve bê û xwe bisepêne mumkîne bikare ji bo çend salek li hukmekî polîsî û bi zorê berdewam bibe. Lê belê di encamê da dişkê û ji bo wî jî naçe serî.
Kerem bikin ezmûna Almanya yek mîllet bûn, lê belê li ser du dewletan hatin dabeşkirin û piştî 40-50 sal carekî din hevdû girtin. Ji ber ku cûdakirina wan neasayî bû. Çekoslovakya du mîlletên cûda bûn, lê belê bi zorê bûn yek dewlet û dîsa ew jî piştî 40-50 sal cûdabûn. Ji ber ku bi zorê bû, li ezmûna me jî da eger em bi xwe wê pêkvejiyanê hilnebijêrîn tu hêzek tûne bi zorê li ser meda bisepêne bi pêkve bijîn. Ji bo wê yekê biryar di destê millet bi xwe deye.
Em ku dixwazin maddeya 140 bête bi cîhkirin em naxwazin xedir li kes bikîn û naxwazîn awayeke mu’eyyen li ser tu kesek da bisepênîn. Maddeya 140 çiye? Asayîkirine, serjimêriye, rapirsiye û hun bi xwe biryarê didin we herêma serbixwe divê, têne ser Herêma Kurdistanê, diçin ser Herêmekî din. Em bi tu awayekî li ser we ferz nakîn, lê belê bergiriyekî tevahî li we dikîn ku kes nekare wê mafê ji we bistîne. Hun bi xwe wê biryarê didin. Hatina Kerkûkê jî li ser Herêma Kurdistanê nayê wê wateyê ji Iraqê cûda dibe ji xwe Herêma Kurdistanê bi xwe biryar daye bibe beşek ji Iraqa federal û demokratîk û min ew mînaka Almanya û Çekoslovakya ji bo we anî, ji ber ku pêvajoya me gelek nêzîkî wane ji bo diyarkirina wê yekê ku em bi xwe biryar nedîn pêkve bijîn tu hêzek tûne bikarê li ser me ferz bike. Me ew biryar daye ku di berjewendiya Iraqê daye û di berjewendiya ereba daye û di berjewendiya kurd, tirkmen û hemû xelkê Iraqe de ye. Em dixwazin biryarê bidîn bi pêkve bijîn û çi me kom dike? Ew destûre me kom dike ku % 80 ê xelkê Iraqê deng pê daye.
Em niha jî bawer dikin meseleya federalî baştirîn awayeke ji bo Iraqê. Federalîzm wate dabeşkirinekî adîlaneya desthilat û saman û wiha bizanim niha zêdetirê parêzgehên Iraqê hatine li ser wê baweriyê û bi şexsî hatine cem min û daxwaza piştevaniyê li min kirine ku bibin Herêm û em amadene bi tevahî yarmetiya wan bidîn. Almanya heta nebû bi federalîzm nebû bi vê Elmanyaya niha heta nebû federalî û niha jî hun bi xwe dibînin li Ewrûpa bihêztirîn aboriya xwe heye û li ser asta cîhanê da nizanim duyeme sêyeme. Ji bo wê yekê em dikarîn sûd li ezmûna xwe û ezmûna xelkê din jî werbigrîn.
Piştî cengê yekemê cîhanê dewleta Iraqê li ser bingehekî hate damezrandin. Lê belê îltîzam pê nehat kirin. Iraqê xêr û xweşî nedît û her di nav şer, kudeta (darbe) û nexweşîya de bû. Ew pareyê ku li ser wêrankirina Iraqê dihate serfkirin eger li ser avadankirinê bihata serfkirin diviya niha Iraq bibûya bihûştek li ser vê erdê. Başe heta kengê em îbret ji rabirduya xwe wernegrîn? Her mijulî wê bîn, niha jî, tovê dûberekî, dijmindarî û regezperestî li nav kurd, wreb û tirkmenan biçînîn? Eve şaşiyeke gelek mezine, ez dixwazim bi eşkere jî bibêjim em wê yekê qebûl nakîn çareseriyekî ji derve li ser me ji bo Kerkûkê bête ferz kirin û xelkê Kerkûkê bi xwe biryarê dide, em rêz li wê digrîn û xelkê Kerkûkê çi biryar da divê em qebûl bikîn. Lê belê heta hun wê biryarê nedin birastî eve nemumkîne em qebûl bikîn û dev ji wê jî bernadîn. Bi baweriya me ne eweye ku gumana me bi nasnameya Kerkûkê hebe, lê belê ji bo wê yekê ku bi rêyekî destûrî çareser bibe kerem bikin asayîkirin û serjimêrî û referandum heye. Eger we biryar da neyin ser Herêma Kurdistanê wê demê ew berpirsiyariya dîrokî jî li ser şana me jî da namînê. Lê belê eger we biryar da divê rêz li biryara we bê girtin, ez nizanim çi tiştek ji wê helwestê da li dijî yasaye ku hinek alî naxwazin her guh lê rabigrin û qebûl jî nakîn û axaftin û daxuyaniyên îstîfzazî didin. Ew, bêguman, berî hemû tiştekî xizmeta xwe nake.
Ji bo serxistina vê îdareyê em hez dikîn piştî wê yekê ku kak Dr. Necmeddîn bû waliyê Kerkûkî, pême xweşe hemû aliyek hevkarî wî bibin. Îdare îdareya kurda, ereba, tirkmene, aşûrî û kildana ye û divê cûdahî jî nebe. Min herdem gotiye li meseleya îdare de divê Kurd dest û dilê xwe gelek bi vekirî bê û tu demek munaqeşeya du post û du îdareyê neke û em dev ji nasnameya Kerkûkê bernadîn ew jî çawa? Ew nasnameya hun biryarê li ser didin.
Li rastiyê da ez xweşhalim ku dibînim heta radeyekî mezin pêvajo baştir bûye û li gor wan zanyariyên ku ji bo min dihêt û ez daxwaz li Yekîtî û Partî û hemû hizbên dinê Kurdistanê dikim vekirî bin û wan pêwendiyeke dostane li gel birayên ereb û tirkmen û neteweyên din de hebe.
Pirsa herî mezin niha pirsa terorê ye, ez bawerim terorîst dest naparêzin ne li kurd û ne li ereb û ne li tirkmen û ne xelkê bêgunah û ne jin û ne zarokan. Ji bo wê yekê erkê hemû aliyeke sînorek ji bo wan terorîstan deyne. Renge gelek kes wiha hizir bike ku piştî derçûna hêzên Amerîka pêvajo dihêt guhertin yan jî renge tiştekî din rû bide. Carê ji bo wê gelek rûn bim hun hemû jî dizanin piştî rûxana rejîmê yek serbazê amerîkî li Herêma Kurdistanê nebûye û emn û asayîşa vê Herêmê bi sedema hêza Emerîka nebû bi sedema hêza axa Herêmê û wan dam û dezgehên Herêmê bûye ku karîn vê pêvajoyê dirûst bikin. Ji ber wê hebûn û nebûna hêza Amerîka ji bo me weku yeke em spasiya wan dikin yarmetiya gelê Iraqê dan rejîma dîktatorî rûxandin û tiştekî gelek asayiye îro yan sibê ew hêz biçin û nabe xelkê Iraqê heta hetayê li benda wê bimîne hêzekî biyanî wan bipare, ev birastî gelek neşîrîne. Her di vê derbarê de jî nêrîna me ewe nebû ku akarîkî xwe ji rizgarker bikin dagîrker ev şaşiyeke mezin bû. Lê belê wan bi xwe kir û ew bi xwe tehemmula wê berpirsiyariyê dikin. Lê belê eve li gor axaftina berpirsên serbazî û emniyê Iraqê hê jî artêşa Iraqê negihiştiye wê astê bikare asîmana Iraqê û sînorên derekiyan biparêze. Eger birayên berpirs li Bexda wê tiştê bi cîh bikin û bikarin ev tiştekî başe, lê belê eger artêşa Iraqê û hêza çekdariya Iraqê jî negihîştiye wê astê jî li rastiyê da siyaseta parastin û siyaseta derve û siyaseta darayî bi awayekî reha li destê Hikûmeta Federal daye ji ber wê çi biryarek Bexda bide em piştgîrî dikîn. Lê belê bi raya me heta artêşa Iraqê negihe wê astê bikare parastina xwe bike renge pêwîstî hebe û madem pêşniyara wan wiha be wan pêwîstî tûne, kes wiha hizir neke tu tiştek ji pêvajoya me nayê guhertin û pêwîste bîr li wê yekê bikin êrîşa emnî hebe ji bo Iraqê em jî beşekîn li wê Iraqê.
Îro dewletek tûne biçe bi hewesa xwe êrîşa dewleteke din bike, dinya hatiye guhertin, lê belê her çi be 10 yan 20 salên din be, divê ew biçin û divê ev li berçav be. Nabe em weku Iraq bi hemû neteweyan ve çavê me li wê be xelkekî din bên û pirsên me çareser bikin, çima em bi xwe çareseriya wan pirsan nekîn? Çima rûneynin wê destûra me ku gelek pêşketiye pêve pabend nebîn tu pirseke me namînê wê demê kurd, ereb û tirkmen mafê xwe werdigrin û ji bo hemû aliyek jî rûn dibe erkê wan çiye û mafê wan jî çiye.
Mixabin em hemû li welatek da jiyayîn çandeke wiha têda bû ku divê desthilat tenê merkezî be û hemû çavê wan li wir daye, ez nizanim çi sûdekî heye sibê wîlayeta Kerkûk û civata wlayeta Kerkûkê nekarin kolanek li Kerkûkê da qîr bikin eger rizamendiya Bexdayê li ser wernegrin? Başe ev Hikûmet merkeziye çi xêrekî têda heye? Belê her wekî ku min got ew 3 tişt serekiye li desthilata Hikûmeta Federale ewê din ji bo herêm û wîlayetan be.
Gelek behsa mesemeleya neft û gazê dihête kirin, 53 rojan li Bexdayê me guftûgoya dariştina destûrê kir. Ez û cenabê Mam Celal û hevalên din ji partiyên Kurdistanê û serkirdayetiya partiyên dinê Kurdistanê 53 roj mijul bûyîn, pirsa neft û gazê ku gelek bi hekîmane hatiye dariştin û li vê destûrê da dibêje: Neft û gaz mulkê hemû gelê Iraqê ye êdî ew neft li Kerkûk be li Basra li Rumadî li Silêmanî be li Şêxan li her derê be. Dahata wê jî bi awayekî adîlane ji bo hemû xelkê Iraqê dihête dabeş kirin û tu nakokiyek li ser vê tûne êdî ez nizanim çima hinek kes hene dixwazin eve jî biguherin bi awayekî wiha nîşan bidin wekî ku eve wiha be kurd dixwaze hemû tiştek ji bo xwe be. Beşa me ji % 17 heye, ev jî şert nîne rast be û derbirê ji rastiya Herêma Kurdistanê be, lê belê peymanekî siyasî bûye, kerem bikin werin bila serjimêrî bê kirin eger em ji % 17 zêdetir bûn em daxwaza qerebuyê jî nakîn ewê ku we ji me xwariye, eger kêmtir jî bû pê razî dibîn, lê belê ew ne serjimêrî dikin ne referandum dikin û ne pabendî destûrê dibin êdî çawa pirsan bi vî awayî çareser dikin?
Em bi wê yekê ve pabendîn neft û gaz li her derê derbikeve li Zaxo li Silêmanî li Kerkûk li Basra mulkê hemû xelkê Iraqê be û dahata wê jî mulkê hemû Iraqê heb êdî madem wiha ye ez bawerim eger xayetêkî din nebe hîç pêwîst nake bi awayekî din ev babet bê veşartin. Gelek car wan axaftinan dibîhîsîn ku kurd dixwazin ji bilî beşa xwe beşa wanê din jî bibe. Em neteweyê duyemîn û Iraq welatekî federale.
Em herêmek in û destûr maf û erkên me diyar kirine û amadene jî li her dezgehek em ji destûrê derketibin û me yek pêngav berevajiya destûra Iraqê avêtibe em amadene sererast bikîn. Ewê me kiriye li gor wan mafan bûye ku destûrê bi me daye, lê belê Bexda ne mulkê grupeke diyar kiriye û bi tenê Bexda ne yê meye yê kurd, ereb, tirkmen û aşûrî û ya hemû xelkê Iraqê û paytexta me hemûyane û her herêmek jî eger weku Herêma Kurdistanê bû herêm eger me daxwaza yek tişt ji mafê wê herêmê kir wê demê bila bibêjin kurd behra xwe dibe û mafê kesên din jî ji bo xwe dibe. Em ji vê Hikûmetê hevbeşîn û ne paşkoyê wê ne û mafê me li Bexdayê heye û ev pêvajo bi xwîna me jî dirûst bûye ji ber wê mafê meye ku wiha dibêjîn em sibê daxwaz nakîn mafê Basra yan xelkê herêmeke din bixwîn. Lê belê eger mebest Bexdaye û ji bo me li Bexda bîn, Bexda paytexta meye û minnet têda tûne û qebûl jî nakîn.
Êdî ez naxwazim ji vê zêdetir axaftina xwe dirêj bikim, ji bo me Kerkûk gelek delal e û xelkê Kerkûk çi kurd, çi ereb, çi tikrkmen, çi kildan û çi aşûrî bira û kesukarê mene û li cem me girînge hun di jiyaneke bextewer da bin weku herêma Kurdistanê em di xizmeta we dane û her çi ji desthilata me be û bikarîn ji bo başkirina pêvajoya xizmetguzariya bajarê delalê we, em amadene yarmetiya we bidîn. Ji bo çareseriya bingehîn jî em bawerin maddeya 140 baştirîn çaresere bo ku hun bi xwe biryara çarenûsa xwe bidin û eve mafê weye û her biryarek jî hun bigrin em rêz lê digrîn û li ser serê xwe datînîn. Carekî din ez dibêjim hatime peyama dostayetiyê û aştî û birayetiyê ji bo we bînim. Hatim silavên Herêma Kurdistanê ji bo we bînim û ji we re bibêjim me pê xweşe baştirîn rêya çareseriyê ji bo we peyda bikîn çawa em vî bajarî bikîn mînakeke pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî û hemû xelk şanaziyê pê bike ne ku her em bi xwe û xelkê vî welatê û vê deverê.
Carekî din gelek spasiya we dikim ji bo guhgirtina we û pêşwaziya we û her serkeftî bin û li dawiyê de ez dixwazim xem û pejareya xwe bi xelkê bajarê Wanê rabigihînîm ji bo wê erdheja ku lêda û xelkekî zêde jiyana xwe ji dest da û birîndarbûn û ji bilî wê jî xwedê yarmetiya hemû aliyek bide.
Gelek spasiya we dikim.