Nivîsar

Dayê, min fêrê zimanê xwe bike

Li paytextê Kurdîstan, Amed’ê gelek hindik zarokên kurd, kurdî dizanin! Di fêr kirina zimanê Kurdî de dayîkên Amed’ê di fergehê de man! Lê em dizanin ku karanîna zimanê dayîkê serkeftina jiyanê û nasname ye.

Em kurd tenê û tenê dikarin bi zimanê xwe hebin! Ziman her we ha siyaset û hebûna netewe de cûdaye. Neyarên me kurda hertiştên me talan kirine! Lê yê ku me hînha jî kurd hêştî yê hebûna zimanê me ye. Em bizimanê xwe Newroz’a de tilîlî, stranên dilovanî gazî dikin. Hêş û helemê xwe jî bi kurdî tînin ziman. Ber ve yêke weyna ziman jiyana merov de girînge.

Michael Collins serokê Komar a Îrlanda bûn. Wî birewşêk xwûrt azadî ya welatê xwe û ziman bihev girêdahî didîtin. Ji bo ziman wî digot:

Dawîya ku me zimanê xwe kar hanît, em hatin ser lingê xwe yê azad ê Îrlandî. Em tenê dikarin neyarê xwe bi kar hanîna zimanê xwe ji xwe durxin! Çak kirina welatê me bi kar hanîna zimanê me ye.

Belê em dikarin di ramanên Michael Collins de jî bibînin ku zimanê  merov gelek girînge. Çewa Înglîza li ser zimanê Îrlandî bandor çêdikir û lez bilez wan bişavt dikir jî berxwedana bawerî ya welatên wan Îrlandî ya serkeftî derxist.

Nivîskara Katalanî Josefina Piquet

 

Min hevpeyvînêk birêz nivîskara Katalan, Josefina Piquet’re çêkiri bû û pirsî bû ku çi mesaj dixwazê Kurda re bişîne. Ew, ji min re bidengêk xweş hanît bû ziman: ‘Kerema xwe ji dayîkên kurd re bêje, bila bi zarokên xwe re zimanê xwe bipeyvin, wan bizimanê nasnama wan fêr bikin. Birîna me Katalanan hat derman kirin, lê biranê Kurda hîn qişam negirtiye. Hêvîdarim dayîk weynê xwe di nasnama kurd de baş bilîzin’!

Çûbûm Amed’a binav û deng, peaytexta Kurdîstan’ê. Dîcle hemêza xwe vekirbû li bedena xemgîn dinêrît, min jî liwan herdû ya. Dil û xeyalên min yek baskêk bedênê, yek  baskêk Dîcle girt wek gurî ya roja germ hemêz kir. Lê çavên min zarokên Amed’ê digerîya! Zarokên rojê, zarokên Kurdîstan’ê. Min dixwest ku carêk dengê wanê Kurdî bikeve gohên min û em behevre têr û tijê Kurdî bipeyvî ya.

Bi dilêk Kurd min dixwest ku zarokên peytext re bi Kurdî bipeyvim. Lê ez şêwîn bûm ku zaroka bi Tirkî bersîva min dida! Dest û lingên min cerifîn, çavên min tijê bûn, dilê min xwest bigrî! Dîcle li min, min jî li ew nêrît. Bedena bilind baskên xwe danît, dengê xwe bilind kir û hanît ziman: ‘Ez govanê; Hurî, Mîtanî, Asurî, Med, Pers, İskenderê Mezin, Romî, Bîzans, Selçuqî û Osmanî ya nim. Ez govanê dîroka hêş û helemanim. Lê tu tiştêk min qasê bişavtina Tirka nehêşand’!

Belê, warê bav û kalê me hatibû gohartin! Biserkeftina Tirka hatibû bişavtin! Lê ez ne amadê ev gohartinê bûm. Min hêz da xwe û got; neyarê xwînxwar çewa ewqas bandora te li ser me dikare mezin bibe! Ku ewa ye, em ger xwe hezar caran baş çavde derbas kin. Zarokên Kurd, sibê ya Kurdîstan’ê ewê bi çi zimanî Kurda bidin nimînandin? Ax dayîkno! Mal xerabno! Ma ne ev ne kêmasî ya we ye ku zarokên me bûne Tirk? Ev eşkera ye ku gûnê zaroka tûneye, em mezin weyna xwe xerab dilîzin.

Zarok li vê warî de carêk bi malbanta xwe carêk bi dewleta Tirk, carêk jî bi civata nijadparezî yê tên ceza kirin. Ev ji bo zarokên mehê gelek girane!

Alîyêk de qedexe kirina ziman, alîyêk de jî bişavtin wek teyrik û tofanê ser Kurdên Bakur’de barî ye! Wanê ku bi binca Kurdîtî ya xwe girêdahî ne li ser binca xwe kulîlkên rengînî vedikin. Wanê ku bişavt bûne li ser binca xwe hişk dibin! Ev dibe ku ji ber tirsa zorbazê sazûmanê Tirkîya ango bişavtinê be ku dayîk û bavên Kurd zimanê bi zarokê xwe nadin fêr kirin.

25 Çile 1991’de li Bakurê Kurdîstan’ê qedexe kirina zimanê Kurdî bi fermî hat rakirin, lê belê hînha jî statuyêk qedexe de ye. Qedexe kirina ziman bi komara Tirkiya re dest pê kiribû. Şahînşahîtî ya Osmanî’de tûnebü, navê Kurd û Kurdîstan bi fermî dahatin karanîn. Her we ha dema II. Meşrutîyet de bi hejmaran weşanê Kurdî jî hebû. Lêb i danîna komara Tirk de Kurd û Kurdîstan û zimanê me hatin şerîn kirin. Heta sala 1980 her çiqas zimanê me qedexe nebû jî wanê ku Kurdî bipeyvî an dahatin zindan kirin an jî dahatin kuştin.

Komar a Tirk, bipozdilindîyêk xwe gelek ecbandibû û ketbû nava fikrên yek netew û yek ziman. Ber ve yekê çand û zimanê Kurdî hat qedexe kirin. Lê sedemê qedexe kirinê an nîvsandî ango zagonî jî tûnebun. Wan vê mafî wek faşîstan dixwe de dît. Paşpekî yê ku teşe da Komar a Tirkîya Peymana Lozan, bûjena 39 bûn. Ku bin ev bûjen de tê gotin ku; tev niştiwarên Komarê mafdarê zimanê xwe ne. Niştiwar dikarin bi zimanê dayîkê çapemenî û weşan bikin û bi serbestî zimanê xwe jiyana xwe de kar bînin. Di ev warî de tu asteng nahê danîn.

Lê Tirkîya eşkera vê zagonê xera kir. Xeynê zimanê Tirkî tev zimanan qedexe kir. Wer demêk çê kir ku, karanîna pirtûk, kovar ango weşanêk Kurdî dikaribû bibe sedema domandinê!

Welatên din ku Peymana Lozan’ê îmze kiribû, qet xem nekirin ku çi dihatin serê niştivarê Tirkîya! Ev pirsgirêka wan nebû!
Biqedexe kirinê, zimanê Kurdî hat jibîr kirin. Her yek hînê vê bûbû ku birêz Musa Anter (Apê Musa) sala 1958’de Rojnama İleri Yurt’de ku li Amed’ê derdiketin stranêk dabû çap kirin. Li ser stranê faşîşta qiyamet rakir bû! Gelek kesan gotin ku; welat tê qelişandin! Lez bi lez banga polîs û dozgeran kirin ku Kurda bidin seknandin. Mejîyê biçuk û xwînxwar tofanê li ser serê Apê Musa gerandin! Heta 20 îlun 1992’dê bi destên saloxgerî yên Tirk hat kuştin! Axa wî fire be ku wî canê xwe ji bo Kurdperwerî yê da! Ez wî bi rêzên mezin bîrtînim.

Belê, li ser ewqas lîstik û gemarên neyara, zimanê me diçe ku? Dayîkên Kurd çi dikin? Em tev dizanin ku fêrbûna zimanê dayîkê; di zikê dayîkê de serî lê dikê û heta roja mirinê govanî ya jiyana merove. Ziman ji malbantê û dawî de jî ji cevata derdora merov tê fêr kirin. Her weha ev ziman mejî yê merov de cîh digre û bi vê rewşê jî tekîlî yên merov bi cevatê re xwûrt dike. Pewendî de jî ji dibistana mader, heta zanînghê bilind tê karanîn. Ziman di vê warî de wek hacetêke. Lê bêgûman yê ku merov dikarê pêşxe, serkeftin çêke cardin xwe vegotine. Jiyana Merov dikare xwe bi vê zimanî baş bide fam kirin û gohdar kirin.

Gor zanîstan, mejiyê zaroka heta sala 12 de %15 vekrî yê û dikarin behevre 6 zimana fêr bibin. Dawî de IQ ya zaroka tê gohartin.
Ev mafên merova ye ku zarok, bizimanê dê bên pewendî kirin. Li gor Peymana Mafên Zaroka a Netewa Welatan, (Benda 28) a armanca pêwendî de heta karibin pêşketina rewiştin, huner û bedenê be. Gor (Benda 29/a) bi çanda dê û bav, bi çanda nasmama wan, pêşketina rêza ji welatê ku tê ango dijî û çanda zimanê netew be. Gor (Benda 29/c) fam kirina, aşîtî , beramberî ya zayend, ger netewî ger nijadî ger olî, ger dostanî ya heremî bi rihê dostanî bi rewşêk azad û bi mesulîyet dahînê bê amade kirin. Lê em dibînin ku zarokên Kurd ji van mafên xwe hatinê durxistin.

Yê dawî yê ku dikarim banga nivîskara Katalan, birêz Josefina Piquet bigîjînim dayîkên Kurd. Silav û rêz, zor spas ji bo nivîskara hêja. Em zimanê xwe kar bînin, lê xwedî derkevin, pêşxin, nên bişavtin, wî bikin çaka siyasî û her çar alîyê jiyanê de dijê neyara kar bînin. Zimanê me ezîz, delal û taca serê me ye.

Solîn HACADOR

Back to top button