Polîtîk

Komeleya Nûbiharê panela Melayê Cizîrî

Komeleya Çand û Perwerdehiyê Nûbîhar, çalakiyê xwe yê çandî didomîne. Nûbihar îcar jî di derbarê mutasawûfê kurd Melayê Cizîrî de ku bi navê ” Pîrê Evînê” navdar e panel li dar dixe.

Komeleya Nûbiharê, vê roja Yekşemê saet di 13.00 de li bajarê Batmanê li Navenda Çandê ya Nû de panela Melayê Cizîrî li dardixe. Mijarên panelê ev in: Di Dîwana Melayê Cizîrî de Eşq û Tesewwûf, Melayê Cizîrî û Cihê Wî di Edebiyeta Kurdî de û Tesîra Melayê Cizîrî li ser Alîmên Kurdan.

Di panelê de; Dekanê Malnişîn yê Fakulteya Îlahiyatê ya Zanîngeha Dîcleyê, Prof. Dr. Abdulbaki Turan, Serokê Beşa Kurdî li Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Yrd. Doç. Dr. Abdurrahman Adak û Nivîskar û Lêkolîner Serdar Yılmaz wê biaxifin.

Wekîlê Serokê Komeleya Nûbiharê ya Şaxa Batmanê Medenî OGUT di axaftina xwe de wiha got: “Em ê bi xebatên xwe yê çandî gelê xwe hişyar bikin û di vê aliyê de hewl bidin. Şexsiyetên weka Melayê Cizîrî ku nirxên dînî û neteweyî di xwe de dihundurîne, emê bi gelê xwe bidin naskirin. Bi vê armancê em herkesî vexwendînin panelê. Ji vir şunda jî wê çalakiyên me yê bi vî rengî dewam bikin. Ji xeynî van çalakiyan li komeleya me qursa zimanê kurdî  dewam dike.”

Back to top button