Parlamenterên DEM wê li parlamentoyê bi Kurdî biaxivin
Parlamenterên partiya DEM bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê biryar dan ku li Lijneya Giştî ya Meclîsê bi Kurdî biaxivin.
Hevserokên Komîsyona Ziman û Çandê ya DEM Cemîle Turhalli û Heval Dilbahar bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li avahiya partiya DEMê daxuyaniyek dan. Heval Dilbahar daxnezan bi zaravayê Kurmancî û Cemîle Turhallı jî bi zaravayê Zazakî xwend.
Çalakî wê 3 rojan bê lidarxistin
Heval Dilbahar daxuyand ku ji bo minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ewê di navbera 18-21ê Sibatê de ji bo Kurdî rêzeçalakiyan li dar bixin.
Dilbahar, diyar kir ku ji bilî meş, şahî, daxuyaniyên çapemeniyê û panelan 3 rojan wê rêzeçalakiyan li dar bixin û diyar kir ku ewê di 19ê Sibatê de li Wanê meşa zimanê dayikê li dar bixin. Di 21ê Sibatê de li Amedê û parêzgehên din jî wê meşek bê lidarxistin û broşur bên belavkirin.
Li meclîsê Kurdî
Heval Dîlbahar da zanîn ku di civîna Koma Meclîsê ya 20ê Sibatê de wê li ser zimanê zikmakî û Kurdî axaftinek bê kirin û parlamenter jî wê li ser perwerdeya bi zimanê zikmakî axaftinan bikin. Di heman demê de wê parlamenter di lijneya giştî de pankartên bi zimanên Kurdî, Suryanî û Erebî vekin.