Civak

Seferên Diyarbekir-Hewlêrê ji nû ve dest pê dikin

Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz got ku seferên Diyarbekir-Hewlêrê wê ji nû ve dest pê bikin.

Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz, ê ku ji bo beşdarî gelek civîn û vekirinan bibe hat Diyarbekirê, di derbarê seferên Diyarbekir-Hewlêrê yên ku di heyama pandemiyê da hatibûn sekinandin de daxuyanî da. 

Yilmaz beşdarî “Kongreya Xeyalên Pêşeroja Diyarbekirê” ya ku ji aliyê Zanîngeha Dîcleyê ve hat lidarxistin bû. Yilmaz li vir axivî û mizgînî da ku wê di demek nêz de seferên Diyarbekir-Hewlêrê dîsa dest pê bikin. 

Lê Yilmaz ji bo destpêkirina seferên Diyarbekir û Hewlêrê tu dem û wext neda.

Back to top button