Wê bi kurdî li ser pereyên Iraqê bête nivîsandin
Şîretkarê banka navendiya Iraqê Mezher Muhemmed Salih da xuyakirin, ku dê sifir ji ser pereyên Iraqê bêne rakirin û dê bi zimanê kurdî jî li ser bê nivîsandin.
Li gora nûçeya radiyoya Dicle, Mezher Muhemmed Salih gotiye, ku ew dê sê sifiran ji ser pereyên Iraqê rabikin û ji bilî zimanê Erebî û Englîzî, dê zimanê Kurdî jî li ser pareyên Iraqê be.
Mezher M. Salih ji radiyoya Dicle re da xuyakirin, ku niha ew hêviya pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê ne û herdema ku ev hukûmeta han hat damezrandin, ew dê vê projeya guhertina li ser perên Iraqî bi awayekî çelak bêxin jiyanê.
Mezher M. Salih got: “Dê rakirina sê(3) sifira(0) bihêle, ku gelek problemên darayî (diravî) bihên çareserkirin. Dê bi zimanên Erebî, Kurdî û Englîzî li ser pereyên Iraqê bête nivîsandin.