Pişniyare chp-ê rojeva siyasî guhert
Di Qanûna Esasî(Bingehîn) ya Tirkiye de madeyek taybet heye ku dema leşker înkilabên leşkerî dikin û dest tatînin ser îdara welat pişta xwe didin vê madeya qanûnê. Ev yek bi awayekî tê nirxandin ku leşker dema înkilabê dikin ne tiştek bê qanûnî dikin, lê gora madeya 35-ê yekitîya welat diparêzin.
Duh serokê CHP-ê ji bo rakirina vê madeya 35-ê pişniyarek kir, Ak-Partî li vê pişniyara Kiliçdaroglu germ dinêre lê baweriyê li CHP-ê nayne.Serokê parlementoyê M.Ali Şahîn di vê derbarê de got: “ Guhertina madeya 35-ê ya ku dibêje erka hêzên çekdarê û li gora destûrê xwedî mafe ku, cumhuriyetê biparêze û jiyana cumhuriyetê berdewam bike, diviya heta niha bihata guhertin.“
Şahîn berdewambûna axaftina xwe de got ku, heta niha neguhertina vê madeyê kêmasiyeke. Dixweyê ev daxwaza CHP-ê ji aliyê Ak-Partiyê ve jî wê werê pejirandin. Di rastiya xwe de ji bo CHP dijê guhertinên destûrî derket û di referandumê de wê dijê guhertina kar bike, rewşa CHP-ê ji derve û di nav insanên demokrat de gelek xirab kir. CHP niha ji bo rewşa xwe baştir bike dixwaze gavek bi vî awayî bavêje.