Rojnameya Amerîkî Washington Post di derbarê hilbijartinên 24ê Hêzîranê li Tirkiye çêdibin helwesta xwe wek rojname da dîyar dike. Di nivîsekî de rojname behsa hilbijartina dike û dilxweşîya xwe ya avakirina Tifaqa Milet ya ku li himber Erdogan hatî çêkirin dide xûyakirin.Rojnama Washington Post di nîvîsa xwe de dibêje: Li Tirkiye ji bo dawî anîna dema Erdogan muxalefet di dawiyê de yekitiyek pêkanî.Rojname di nivîsa xwe de rexna li dema Erdogan dike û behtir behsa jêhatina berbijêrê CHPê Muharem Înce dike û dide xûyakirin ku xilasiya Tirkiye ji rewşa xirab bi hatina Înce ye.Li ser vê yekê beşek ji medya Tirk li dijê vê helwest û nivîsa Washington Post hinek nivîs belav kirin û vê yekê wek midexeleyeka derve dibîne.